Bi ruhê seferberiyê werin şahiyê

Pêncşem 23 Îlon 2021 - 02:14

Hevserokê KCD-E´yê Yuksel Koç bang li Kurdistaniyên li Ewrûpayê kir da ku tevlî Şahiya Çanda Kurd a Navneteweyî bibin ku wê 25´ê Îlonê li Hollandayê li dar bikeve. Konseya Civaka Demokratîk a Kurd a Holandayê (DEM-NED) şahiyê organîze dike. Hevserokê KCDK-E´yê Yuksel Koç li ser navê komîteya amadekar bang li Kurdistaniyên li Ewrûpayê kir, da ku bi ruhê seferberiyê di şahiyê de amade bin. 

Wî got, “Miletê Kurd divê bi coşeke diyar tevlî vê şahiya me bibe ya ku me diyarî Şehîd Sînan Dersimî kiriye û doza azadiya Rêber Apo bike. Divê bêyî dudilî bibin li meydana şahiyê bin û tevlî nav stran û çalakiyên azadiyê bibin.”

Testa korona yan jî belgeya derziya parêzê

Yuksel Koç got, ji ber Koronayê hin şertên tivlîbûnê hene û wiha peyivî: "Ji bo ku şahî ewle, bi sihet be û bigihîje armanca xwe divê herkes bi berpirsiyar be. Kesên derziya peraza li dijî koronayê li xwe xistine, divê belgeya wê bi xwe re bînin. Yên ku derzî nebûne divê belgeya testeke negatîf a koronayê ya ku wê 24 saetan lê be bi xwe re bînin. Wekî din li konên nêzî cihê şahiyê jî wê test mumkin be."  

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.