Li dinyaya me teswîrkirinên ji derve ve ku tişta li derveyî civak û çanda serwer nîşan didin, li egzotîzmeke kolonyal a nûvedîtî dibanin. Pê re jî awira xwe dixin a me; me ji fikr û awira me dişon û em jî bi hevkariya wan xwe ji xwe vedidizin. Lê di gelek huneran de xelkên li ber vê radibin hene. Jinên hunermend ên xurt jî hene ku ferzkirina vê egzotîzma kolonyal a nûvedîtî red dikin û bi hunerê xwe bersivê didinê. Pitseolak Ashoora yek ji van hunermendan e. Ew ji qewmê xwecihî yê Kanadayê Înûkan e. Di hunerê wê de awayê taybet ê teswîrkirina heywan, mirov û xwezayê heye ku ji estetîka vî qewmî tê. Ew her berhema xwe jî bi tîpên Înûkî îmze dike.
Pitseolak Ashoona sala 1904´an ji Timungiak û Oootochie re li Nunavutê ji dayik bûye. Bi zimanê Înûkî maneya navê wê kevoka deryayê ye. Ew di nava civaka xwe de mezin bû; li gorî rêûresma vê civakê, xwarina wan ji nêçîrê, û berhevkirina mêwe, zebze û kokan bû.

 

Êş û zehmetiyan ew kir hunermend

Paşnavê wê, navê hevjînê wê ye ku sala 1922´yan pê re zewicî, ew jî nêçîrvanekî ji heman qewmî bûye. Ew li girava Baffin diman û ji wan re 17 zarok çêbûn. Wan şeş zarok bi xwe mezin kirin. Yên din hinek ji wan bi zarokî mirin, hinên din li gorî adetên Înûkî dan malên din da ku bibin dê û bavên wan.
Ew çil salî bû, mêrê wê mir. Ji ber zehmetiyên dema şerê cihanê ê diduyan jî, ew ji bêgavî bû hunermend. Wê bi xwe digot, amadekirina lewhayên ji bo çapê hisa tenêbûnê ya lê bar sivik dikir û huner jî wê piştî mirina hevjînê wê bextewer kiriye.


Tevî ku hunerê wê ji êş û azarê peyda bû, ew di hunerê xwe de tişt û bîranên xweşiyê xêz dike. Pitseolak weke yekê ji hunermendên destpêkê yên Înûkî tê qebûlkirin ku berhemên wê bi rengekî ji rengan otobiyografîk in: dîmenên jiyana ji rêûresmê ya Înûkiyan. Berhemên wê berê xwe dida jiyana rojane û efsaneyên (Taleelayu) Înûkiyan. Berhemên wê di galeriyên mezin ên Kanada de hatin nîşandan.


Wê karî bi berhemên xwe hunerekî modern ê Înûkî biafirîne ku bi hêman û nirxên civaka ji rêûresmê hatibû hûnandin. Pitseolek 28´ê Gulana 1983´yan li Cape Dorset mir. Zarokên wê Napatchie Pootoogook, Qaqaq Ashoona ("Kaka") (1928–1996), Kiugak Ashoona (1933–2014), Kumwartok Ashoona jî hunermendên şêwekarî û peykertiraşiyê bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN