Bi qeselên birincê peykerên bextewariyê 

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 6 Cotmeh 2022 - 03:29

Li Japonyayê her sal Festîvala Wara ya Hunerî tê lidarxistin. Festîval îsal jî cara 14’an li bajarê Niigata ango li “Parka Uwsekigata” hat lidarxistin. Di vê festîvalê de peykerên mezin ên ku bi qeselên birincê hatine çêkirin û Japonî wan weke “Wara” binav dikin, tên nîşandan. Ev peyker peykerên gelek mezin in. Babeta 2022’yan “Bextewarî” bû. Yanî tiştên ku merivan bextewar dikin, festîvalê berê xwe daye ha wê bextewariyê.

Festîvala Wara ya Hunerî bêhtir ji lask û qeselên birincê yên hatine avêtin û nayên bikaranîn, van peykerên xweşik û mezin çêdike. Lê her wiha ew bi Zanîngeha Huner a Musashino re jî hevpar dixebitin. Nexasim jî şagirtên zanîngehê di festîvalê de dixebitin û van peykeran çêdikin. Par wan peykerên tirsnak yên mezin çêkiribûn, lê peykerên wan yên îsal henûn û şîrintir in.

Mînak, peykerên pisîka ku bi navê “maneki-neko” an jî “Pisîka ku gazî dike” bext û siûda xelkê temsîl dike û weke sembolekê tê zanîn. Her wiha afirîdeyê bi navê “Qilin” jî di nav efsaneyên Çînê de navdar e, zanyarî û temenên dirêj temsîl dike. Wekî din dareke çamê jî heye di nav peykeran de, ew jî xwedî maneyeke sembolîk a giring e. Wan bi vî awayî gelek peykerên bi mane û sembolîk çêkirine.

Festîval li “Parka Uwasekigata” heta dawiya Cotmehê peykeran nîşan dide. Lê di heman demê meriv dikarin online jî van berhem û xebatên festîvalê bibînin.

NÎGATA

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.