Bi provokasyonê Sûriye ava nabe
Çarşem 10 Kanûn 2025 - 03:30

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê siloganên dijber û provokatîk ên ku komên çekdar ên girêdayî wezareta parastinê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê berz kirine, şermezar kirin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:"Di saetên borî de li hin herêmên Sûriyeyê pîrozbahiyên salvegera rûxîna rejîma Baasê hatin lidarxistin. Ev pîrozbahî xwesteka kûr a Sûriyeyan a tewandina rûpela zordariyê û destpêkirina pêvajoyeke nû ji bo azadî, edalet û îradeya gelan nîşan dide. Lê li beramberî vê jî kiryarên xeternak ji aliyê komên çekdar ên wezareta parastinê ya hikumeta Şamê ve derketin.
Çekdarên hikumetê siloganên provokatîf û dijminane li dijî QSD û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê avêtin. Ev dîmen hişmendiya rejîma Baasê ya ku gelê Sûriyeyê li hemberî wê serî rakir, tîne bîra mirov. Ev nêzîkatî ji heyecan an binpêkirinên ferdî wêdetir, dubarekirina kiryarên sîstematîk e. Armanc ji van nêzîkatiyan ew e ku nefretê gur bikin û xîtabên parçebûn û gefê vejînin. Di heman demê de hewldanek e ku welat careke din bikişîna nava çerxa şer a ku sûriyeyî berdêlên wê yên giran dane.
Nabine qada kîndariyê!
Berzkirina mîna van siloganan ji aliyê endamên girêdayî wezareta parastinê ya desthilata Şamê ve, berpirsiyariyên zelal ku nabe werin paşguhkirin, hildide ser milê desthilata Şamê. Dibe ku ev kiryar yan beşek ji stratejiyeke fermî be ku armanc dike bi rêya gotinên nefretê pêk bîne, an bêçarebûneke bi zanebûn nîşan dide ku nikare komên çekdar ên girêdayî xwe kontrol bike. Di herdu rewşan de peyam gihiştine gelê Sûriyeyê. Ev peyam jî berdewama heman hişmendiya provokatîk e ku bi îradeya Sûriyeyan rûxiya. QSD’ê ya ku Sûriyeyê ji terorê parast û di oxira parastina tevahî pêkhateyên wê de bi hezaran şehîd dan, diyar dike ku wê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nebe qada gotinên kîndariyê. Her hewldanek têkbirina aramiyê wê bi helwesteke berpirsyar û xurt were bersivandin û wê aştiya navxweyî û destkeftiyên gelê Sûriyeyan biparêze. Siberoja Sûriyeyê ne li ser provokasyon û sloganên hîsterîk, lê wê li ser hevkarî, naskirina hevbeş û rêzgirtina ji bo îradeya pêkhateyan were avakirin. Îsbat bû ku ev hêman bingeha parastina welat û têkbirina terorê bû. Înkarkirina vê rastiyê hewldanek e ku welat careke din vegerîne paş. Gelê me û hêzên me wê rê nedin van hewldanan."
NAVENDA NÛÇEYAN














