- Fransa û Spanya ji bo salvegera mirina şêwekarê navdar Pablo Picasso plansaziyeke pêşangeheke taybet dikin
Fransa û Spanya ji bo salvegera mirina şêwekarê navdar Pablo Picasso plansaziyeke pêşangeheke taybet dikin. Fransa û Spanya dixwazin bi vê pêşangehê mîrateya hunerê Picasso li Ewrûpa û Emerîkayê belav bikin û bidin nîşandan.
Pêşangeha navneteweyî ya bi navê “The Picasso 1973-2023 Celebration” dê di sala 2023’an de li Ewrûpa û Emerîkayê were lidarxistin.
Hat gotin, ev pêşangeh li gorî rêgezên sereke yên Ewrûpayê, mafên mirovan û îfadeya azadiya mirovan biparêzê û wê bibe nîşaneya vê yekê. Wisa tê texmînkirin ku Fransa û Spanya bi vê pêşangehê, pêşangeha herî mezin ya navneteweyî li dar bixin û ev pêşangeh wî di dîrokê de cihekî taybet bigire.
NAVENDA NÛÇEYAN