Komeleya Efrînê ya Civakî bi hevkariya bi MSD′ê re pêşangeheke wêneyên zarokên Efrînê û Şehbayê vekir. Ew pêşangeh wek nîşaneya piştgirî û geşkirina behreyan hate vekirin.
Bi beşdariya xelkê Efrînê, endamên Komeleya Efrîn a Civakî, pêşangeha wêneyên zarokên Efrîn û Şehbayê li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Huner a Qamişloyê hate vekirin. Ew yek bi armanca geşkirina behreyên wan pêk hat.
Piştî vekirina pêşangehê, xelk li pêşangehê geriya. Di pêşangehê de 100 tabloyên cûr bi cûr hebûn; wêneyên bi rengê darî û avî. Zarokan di wêneyên xwe re êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Efrînê, birîndarî, şehîd û wêraniya ji ber balafir û tankên dagirkeriyê dan pêş. Her wiha di hin tabloyan de rêûresmên Efrînê ji cil û darên zeytûnê ku nîşaneya aştiyê ye hatin nîşandan.
Pêşangeh wê îro û sibe jî dewam bike.
ANHA/QAMIŞLO