Bi nîşandana nerazîbûnê raperîn
Çarşem 25 Çile 2023 - 00:19
Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li dehan bajaran karmend û teqawîdên saziya gihandin û peywendiyan çalakiyên nerazîbûnê kirin û li diji derengketina mûçeyên xwe nerazîbûn nîşan dan.
Li gel destpêkirina raperîna, “Jin jiyan azadî’ çalakiyên nerazîbûnê yên mamoste, karker, mirovên teqawîtbûyî û çînên din ên li dijî şert û mercên xirab zêde dibin.
Li Urmiyê girtin zêde dibin
Rejîma Îranê hewl dide bi riya zextan dawî li van çalakiyan bîne. Di nava 2 mehên borî de, li bajarê Urmiyeyê 25 ciwan ên temenê wan li jêr 18 saliye bi sûcdariya organîzekirina xwepêşandanan hatine girtin. Di bin êşkenceyê de neçar kirine ku xwe weke, “Ciwanên taxên Urmiyê” bidin naskirin ku dema borî xwepêşandanên bajaran organîze kirîbûn.
Hunermend Şaho Hisên hat girtin
Li bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê jî pêla li ser malan de girtin berdewam dike û gelek welatî û çalakvan hatine girtin.
Hunermend Şaho Hisên ê xelkê bajarê Pawe ya Rojhilatê Kurdistanê, ji ber belavkirina klîbek bi navê ‘Çaw Bela’ ya ji bo piştgiriya raperîna gel weşandibû, hate binçavkirin.
Li fermandarên rejîmê ceza hat birrîn
Li derveyî Îranê jî, piştgiriya ji bo xwepêşandanan berfireh dibe. Yekîtiya Ewrûpayê, Brîtanya û Emerîka bi sûcdariya çewisandina xwepêşanderan, ceza li dehan fermandarên Supay Pasdaran û Besîc birrîn, yanî ew cezayan li ser wan û ên ku bi wan emel dikin, ferz bikin.
NAVENDA NÛÇEYAN