Bi motorê cot tabloyeke Pîcasso çêkir

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 12 Nîsan 2023 - 02:55

Hunermendekî li Îtalyayê, resmê Pablo Picasso çêkir. Lê wî resmê Pîcasso ne li ser tabloyan lê li ser zeviyê gundekî çêkir. Wî ji bo vê tabloyê, ji dêvla firçe û boyaxan motorekî cot bikaranî. 

Hunermedê Îtalyanî Dario Gambarîn li bajarê Castagnaro, ji bo rojbûna Pablo Pîcasso pîroz bike ev tablo li nav zeviyê çêkir. Wî li zeviyê bi motara cot portreyê Pîcasso çêkir û li bin portre jî dîsa îmzeya Pîcasso bi wî motorî çêkir. Li gel motorê cot, wî tirmix û sabûn jî bi kar anî. 

Darîo Gambarî portre çêkiriye û ew li ser erdeke bi qasî 25 donim hatiye çêkirin. Li gorî Gambarîn ev portreyê ku bi motorê cot çêkiriye, portreyê herî mezin ê Pablo Pîcasso ye.

CASTAGNARO

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.