Bi Ma Musîcê em gihaştin xeyalên xwe

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 1 Tîrmeh 2024 - 00:28

  • Kanîwar ku kirî bi hezaran zarok çand û zimanê xwe nas bikin got,’’Mînak zarokên me pir kêfÊ distînin dema ku li Şakiro, Hesen Zîrek, Miheme Şêxo guhdarî dikin. Ji bo ku em vegerin ser koka xwe, pêşî divê em destpêkan nas bikin, analiz bikin, zanibin, wan modernize bikin û afirandêriya hunerî lê zêde bikin.’’

HAVÎN DERYA

Akademiya Ma Musîcê ku li qada muzîka Kurdî aktoreke girîng e, li gel bernameyên perwerdehiyê yên ji bo zarokan û gihaştiyan, li ser materyalên nû jî xebatên xwe didomîne. Ma Musîc ku li ser Kurdî radiweste, bi xebatên ku têkiliya di navbeyna zimên û muzîkê de geş dike, balê dibe ser xwe, bi tomarkirina stranên herêmî û danîna noteyên wan û weşandina wan,xebatên xwe bi lez û bez didomîne. Bi albûmeke nû ku demeke nêz wê were weşandin, wê li ber destê muzîkhezan hazir be. Em bi Şêrko Kanîwar re axivîn, Koordînatorê Ma Musîcê, ya ku bi xebatên xwe di dilê Kurdan de cihê xwe çêdike, dike ku bi hezaran zarokan çand û zimanê xwe nas bikin,

Huner bi zimanê zikmakî tê kirin

Şêrko bal bire ser ku zimanê zikmakî û muzîk yekere ne û got,’’Ji bo ku muzîk ji bo civakekê nasnameyekê çêbibe, ku ev ji bo her civakê wiha ye, ne bes e ku mirov tene berheman komî ser hev bike, an jî qeyd bike, helbet, ev ê gava pêşîn be. Ma Musîc dixwaze berhemên qeydkirî û neqeydkirî tomar bike. Pêşî divê mirov zanibe, her muzîk nasnameya civaka xwe ye. Parçeyek ji çanda wê civakê ye. Ya girîng ew e ku perwerdeya muzîk bi zimanê zikmakî be. Divê mirov zimên û muzîkê ji hev qut nebine.

Muzîk û ziman ji hev qut nabe

Şêrko bi domdarî anî zimên ne tenê ji bo muzîka Kurdî, ji bo her civakê girîng e ku muzîka xwe biparêze û got,’’Divê were geşkirin û li ser hîmekî zanistî modernize bibe. Arnold Schönberg, ku bixwe muzîkjenekî modern e, dibêje,’’Her muzîkjen, beriya her tiştî divê muzîka civaka xwe hîn bibe.Piştre divê tiştekî dî bike.’’ Em Ma Musîc jî li ser vê fikrê ne. Polîtîkaya me ya sereke danîna diyalektîka Kurdî û muzîka Kurdî ye. Ne ku tenê muzîkê, polîtîkaya me ya sereke ew e ku perwerdehiya wê, teoriya wê, xebatên wên yên akademik jî bi Kurdî bikin. Ziman û muzîka wî zimanî encex wiha geş bibe, bibe navnetewî’’

Divê em li koka xwe vegerin

Şêrko diyar dike, xasma ji bo zarokan, ji bo ku muzîk û çanda Kurdî were fêhmkirin û biber bibe hewldanên wan hene û didomîne: ‘’Di serî de divê em li kokên xwe vegerin. Xasma jî bi zarokan re ev xweş dertê holê. Zarok li serê jiyana xwe ne û em jî dixwazin ku wan û qeydên muzîka Kurdî bigihînin hev, wan bi hev bidin naskirin.’

Ya me bi me xerîb tê

Kanîwar di domdarî got,’’Guhê me yê muzîkê ji zaroktî ve bi muzîkên din hatiye dagirtin. Ji ber vê, ya me bi me xerîb tê. Zarokên me hê di serî de ku li muzîka xwe guhdar bin, wê têkiliyeke giyanî li gel deynin û jê hez bikin. Ev rewş, bi xebatên Ma Musîcê derketiye holê. Zarokên me hezê digirin dema ku li muzîka Şakiro, Hesen Zîrek û Mihemed Şêxo guhdarî dikin. Ji bo ku em li kokên xwe vegerin divê em pêşengan nas bikin, analiz bikin, zanibin, wan modernîze bike û afirandêriya hunerî lê zêde bikin.’’

Em nêzî xeyalên xwe bûn

Şêrko dibêje xebatên wan her roja ku diçe bêhtir li xwe zêde dikin û didomîne: ‘’Li Ma Musîcê tişta ku em xeyala wê dikin û ya li ber destê me helbet her carê li hev nayên. Lê bi min em gihaştine xeyalê nxwe. Li gel hemû bêderfêtiyan û li gel tiştên ku li welêt têne serê Kurdî jî, bi min ev pêk hatiye. Di nav şeş salan de hijmara xwendekaran gihaştiye 6 hezaran û wan perwerdehiya muzîkê bi Kurdî standine, ji nav wan yên ku ji Ma Musîcê mezun bûne, di nav koman de cih digirin, ji Ma Musîcê berhem derketine û hin berhem li ber derketinê ne, ev jî nîşan dide ku rewş ber bi başiyê ve ye. Helbet em nabêjin em gihaştine îdealên xwe. Ev îdeal ji ber ku her carê wê mezintir bibe, rê wê dirêj bibe. Tê dîtin, li rêya ku Ma Musîcê daye ber xwe hê meş didome.

Hemû mezûnên Ma Musîcê bûn

Şêrko bi bîr xist ku Ma Musîcê ji bo salvegera 6’an di navbeyna 1-12’ê Hezîranê de ji bo bîranîna Rênçber Ezîz bername çêkirin û got,’’Bernameyên di navbeyna 1-12’ê Hezîranê de ku me çêkirin, li nav gel kelecaniyeke mezin çêkir, ji malbata Ma Musîcê bertekên pozîtîf hatin. Muzîsyen û stranbêj ji bajarên derdorê hatin. Ya balkêş ew bû ku ji mezinan ta biçûkan her kes li ser dike bû û bi hev re bi Kurdî muzîk kirin. Hema hema 95 ji 100’î yên li dike, ji zarokan bigirin heta bi yên mezin, ji orkestraya jinan bigirin heta bi ya zarokan û heta bi orkestraya Ma Musîcê hemû mezûnên Ma Musîcê bûn. 12 rojên pir bi kelecanî bûn.

Em ji vê îlhamê distînin

Şêrko anî zimên ku ev bername wê bidomin û got,’’Rênçber Ezî stranên xwe bi zaravayê Dimilkî çêkirine û nivîsîne. Melodiyên wî bi şêwaza modern in. Her wiha li paşxana muzîkên wî fikrek jî heye. Di muzîka wî de tehma anonîmiyê û herêmê heye. Zêde nejiyaye, li gel vê jî gelek berhem dane. Berhemên wî, koka xwe ji çanda gel û herêmê standine. Em jî îlhama xwe ji vê distînin.’’

Di nêz de wê albûm derkeve

Şêrko diyar kir Ma Musîc bênavber perwerdehiya xwe didomîne û got,’’Perwerdehiya zarokan û yên gihaştiyan didome. Ji bo materyalan xebat didomin. Ev wê bi Kurdî bin û wê li ser zimên û muzîkê bin. Stranên herêman, yên hatine berhevkirin û wê bêne berhevkirin cihê cihê wê notayên wan werin danîn û werin weşandin. Albûma Ma Musîcê di nêz de wê derkeve.Ji alî mekan, derfet û amûrên perwerdehiyê ve em ê xwe bi pêş ve bibin. Ev projeyên me ne ku di demeke nêz de em ê bibin serî.’’

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.