Bi loda pirsgirêkan perwerdê dest pê kir

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 15 Îlon 2021 - 01:04

Sala nû ya xwendinê li deverên ser bi hikûmeta Hewlêrê yên Başûrê Kurdistanê dest pê kir. Bi giştî milyonek û 715 hezar xwendekaran doh li dibistanên hikûmetê dest bi xwendinê kir; 90 hezar xwendekar jî diçin dibistanên taybet.

Wezîrê Perwerdeyê yê Hikûmeta Hewlêrê, Alan Hemesedîd li dibistaneke Şeqlewayê axivî. Alan got, biryarên Wezareta Perwerdeyê yên ji bo bikaranîna maskeyan, lê ye: “Bikaranîna maskeyan ji bo mamoste û xwendekaran neçarî ye.”

Li gorî Alan ji sedî 35’ê mamostayan derziya Koronayê li xwe dane û 2 milyon û 500 hezar maske û 50 hezar amûrên paqijiyê ji bo dibistanan hatine amadekirin.

Alan dibêje, îsal zêdetirî milyonek û 800 hezar xwendekar wê bixwînin.

Lê wezîr behsa zehmetiyên din nekir. 162.000 mamosta û karmend li dibistanên Hikûmetê ne. Wekî din li gorî hejmarên wezareta Perwerdehiyê, 21.000 mamoste hene ku li gorî peymanê dersê didin. Li gorî heman daneyên wezaretê 6 hezar û 700 dibistanên Hikûmetê hene. Ev jî ji bo hejmara milyonek û 715 hezar xwendekar kêm e. Divê 3 hezar dibistanên din bên avakirin.

Ji bilî kêmbûna dibistanan, meseleya dana meaşê mamoste û karmendan, kêmbûna pêdiviyên dibistanan û kalîteya xwendinê ji mezintirîn pirsgirêkan in, ku wezîr Alan Hemesedîd doh behsa wan nekir. 

HEWLÊR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.