Bi lezgînî kom bibin
Pêncşem 5 Kanûn 2024 - 03:10
Partiyên Junts, ERC, Comuns û CUP ên di parlementoya Katalonyayê de cih digrin, ji ber sedema şerê li Rojava dijwar dibe, daxwaza kombûna bi lezgînî ji Komîteya Alîkariya Mirovî ya Lezgîn a Katalonyayê CCAHE’yê kir.
Parlementer Francesc Dalmases (Junts), Ruben Wagensberg (ERC), Andreas Garcia (Comuns) û Laure Vega (CUP), li parlementoya Katalonyayê civîneke çapemeniyê lidarxistin û gotin:’’Di sala 2024’an a ku saleke şerên dijwar bû, demên herî kambax tê jiyan kirin.’’
Parlementeran destnîşan kirin ku bidestxistina Helebê ji aliyê çeteyên El Nusra, ji bo şerê li Sûriyeyê qonaxeke nû ye û diyar kirin ku herêmên di bin kontrola çeteyan de zêde dibin û ev şer rê li ber pêla koçberiya ya mezin a duyemîn vedike. Parlementeran bal birin ser krîza mirovî ya li herêmê û bang li hikûmeta Katalan, bi taybetî saziyên alîkariyê yên mirovî kirin ku bi lezgînî bikevin nava liv û tevgerê.
Parlementeran bang li hikûmeta Katalonya û komîteya alîkariya mirovî ya rewşên lezgîn kirin ku bi lezgînî kom bibin. Herwiha xwestin guh bidin Heyva Sor a Kurd ku ji bo koçberan kampên penaberan ên demborî ava kirine.
Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yê Spanyayê Cengîdar Şêxdamar ku tevlî daxuyaniyê bû îşaret bi aloziya mirovî ya mezin ku di encama êrişên bi destê çeteyan tê pêkanîn kir û got:’’Ez bang dikim ku ev komkujiyên ku li hemberî gelê me, demokrasiya me û hebûna me tên pêkanîn, bê bidawî kirin. Divê hemû hêz van êrişên li dijî mafê mirovan pêk tên, li hemû cîhanê rûreş bike.’’
Em li gel Kurdan in
Li Elmanyayê jî Hevserokê Partiya Çep (Die Linke) Jan Van Eken jî got:’’Faşîzma Tirk li gel tifaqên xwe yên cîhadîst li Sûriyeyê êrişê Kurdan dike û dixwaze wan bide koçber kirin. Em neçarin ku projeyên demokrasiyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biparêzin û em hertim li gel we ne. Di vê mijarê de ti teredutên me nînin. Em neçarên projeyên xwe yên demokrasiyê biparêzin. Bi vê armancê divê em werin ba hev.’’
NAVENDA NÛÇEYAN