Bi leşkeran sînor digire

Nûçeyên Cîhan

Çarşem 3 Mijdar 2021 - 01:29

  • Panayotov got, wan 350 leşker ber bi sînor ve şandine.

Bûlxaristanê bi hinceta koçberiya zêde, 350 leşker şandin ser sînorê Tirkiyeyê. 

Wezîrê Bergiriyê yê vî welatî Georgi Panayotov got, ji roja duşemê ve ji bo piştgiriya bi 'polîsê sînor' re wan leşker şandine ser sînorê Tirkiye û Bûlxaristanê.

Panayotov ji televîzyona bTV re got, wan 350 leşker ber bi sînor ve şandine.

Li gorî Wezareta Karên Hundir ji Çile heta Îlonê pirraniya wan ji Efxanistanê, zêdeyî 6 hezar û 500 koçberî ji sînorê Bûlxaristanê derbas bûne. Li gorî heman dema sala 2020'î hejmara penaberan sê qatan zêde bûye.

Sînorê 259 kîlometreyî bi têlan hatiye girtin, lê belê vê yekê nekarî pêşî li pêla koçberiyê bigire.

Parlamena Bûlxaristanê Tebaxê biryar dabû ku ji 400 heta 700 leşkerî bişîne ser sînorê Yewnanistan û Tirkiyeyê.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.