Li bajarê Hannoverê yê Elmanyayê bi armanca piştgiriya çalakiya nobetê ya ji bo Asayîşa Şengalê çalakiya 16ʼê Çile dest pê kir bi koma duyemîn didome. Çalakiya nobetê nûnerên Nav-Yek, Yekîtiya Êzdiyên Sûrî û Meclisa Gundên Êzdiya ya Bakur dewr girtin.
Li ser navê Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzîdî yên li Elmanyayê (Nav-Yek) Derwêşê Evdî axivî û got: “Em vê çalakiya xwe di serî de ji bo Şengalê; xwedîderketina Asayîşa Şengalê pêk tînin û tifaqên qirêj ên li dijî gelê xwe şermezar dikin. Em Êzdiyên li Ewrûpayê piştgiriya çalakiya kon a li Şengalê dikin û bi wan re ne. Em qebûl nakin ku li welatê xwe bibin penaber. Şengal ne şîrketeke bazirganiyê ye. Dîroka gelekî li wir heye û divê em xwedî lê derkevin. Her kesê ji xwe re bibêje, ez Kurd im, demokrat im û mirov im divê xwedî li Şengalê derkeve û ev deynê stûyê her kesî ye.”
Çalakiya li Hannoverê ya 16ʼê Çile dest pê kir her roj saet li navbera 13.00-15.00 pêk tê û wê heta 30ʼê Çile bidome.
POLÎTÎKA AZAD/HANNOVER