RAPERÎN BEKIR / NÛJÎNHA / ŞEHBA
Romîna Sîdo ya 20 salî yek ji jinên ciwan a Efrînê ye ku di temenê xwe yê ciwan de bû şahida êrişên dagirkeriyê ya dewleta Tirk li ser Efrînê da destpêkirin. Romîda Sîdo niha di xebatên Hîlala Zêrîn de bi çand û hUnerê têdikoşe, piştî 2018’an ji ber êriş û dagirkeriya dewleta Tirk neçar ma tevî malbata xwe koçî Şehbayê bibe, bi hunera xwe û kemana ku lê dide bêrîkirinên xwe yê li hemberî Efrînê vedibêje.
Romîda Sîdo der barê xebatên xwe yê çand û hunerê de got: “Di zaroktiya xwe de li navçeya Cindirêsê li kantona Efrînê ya niha hatiye dagirkirin, ez tevlî komên zarokan dibûm, mamosteyê me ji bo kêrhatiyên me bişopîne û em xwe îsbat bikin em birin Înstîtûya Çandê li Efrînê.”
Perwerdeya wê nîvco dimîne
Romîda Sîdo anî ziman ku piştî ketina nav xebatên çandê ew xwestiye li kemanê bide û wiha domand: “Derdorî salek û nîvekê ez li înstîtûya muzîkê li Efrînê perwerde dibûm, ew dem derfet çênebû ku pispor bim. Ji ber bombebarana dewleta Tirk û çeteyên wê em penaberî kantona Şehba bûn. Ji lewma jî perwerdeya min ya muzîkê nîvco ma.”
Penaberî nebû astengî
Romîda Sîdo ya mîna bi hezaran ciwan rastiya êriş û dagirkeriya li ser cih û warên xwe dibîne, li ser pêvajoya penaberiyê jî got: “Penabertî ji bo me ne hêsan bû lê li pêş vîna me nebû astengî, me kêrhatî û çanda xwe parast. Lewra komek keçên ciwan ên min li Efrînê nasdikirin û hin keçên ji gundê me komeke ava kirin û em bi hevre kemanê dijenînin.”
Romîda Sîdo anî ziman ku bi hatina wan a Şehbayê re ji ber nebûna mamosteyên muzîkê rastî hîn astengiyan hatine, lê piştî ku koma wan hat avakirin êdî van astengiyan jî ew bi xwe derbaskirine.
Hêvî ji bo rizgarbûna Efrînê
Romîda Sîdo ya bi avakirina Hîlala Zerîn re êdî destpê dike ku kemanê fêr bike û got: “Ez nikarim bêjim ez pirr profesyonel im lê her tiştê ez dizanim ez fêrî kesên dîtir dikim. Dema ew derdikevê ser dikê li şahiyan û şevbihûrkên hunerî moraleke zêde ji gel werdigire bi vîneke hêzdartir berdewam dike.”
Di dawiya axaftina xwe de Romîna Sîdo hêviya xwe ji bo rizgariya Efrînê û vegera Efrînê tîne ziman ji bo bibe mamoste û orkestra taybet û her wiha înstîtûyeke muzîkê ji bo zarokan jî veke.