Hunermendê Meksîkayî Eduardo Rodriguez Calzado dibêje, “Ez herî zêde bi hûrgiliyan serê xwe diêşînim” û di resmên xwe de bi hûrgiliyan dadikeve. Ew hestan bi parçebûyina rengan tîne ziman û dixwaze di berhemên xwe de ronahiyê rave bike, ronahiya ku ew gelekî jê hez dike.
Eduardo Rodriguez Calzado ji bo resmên xwe yên ku ew bi formên insanan bi pey ronahiyê dikeve, dibêje; “Ez di resmên xwe de bêhtir formên insanan bi kar tînim. Gelek caran baş têdigihîjim ku ez çi xêz dikim, dîmênên ku dixwazim wan biresmînim, serê pêşî di serê min de xwe bi cih dikin û ez jî tişta di serê xwe de li ser tuwalê derdibirim. Hin caran ez form û rengan datînim hêlekê û tenê didim pey hestên xwe. Gava bi pey hestên xwe dikevim, tiştên ku dixwazim xêz bikim jî bi awayekî xwezayî derdikevin holê.”
NAVENDA NÛÇEYAN