Bi hunerê hêza jinan nîşan dide

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 12 Mijdar 2024 - 00:43

Xelata “Future Generation Art Prize” ya 2024’an gihîşt hunermenda Banlgedaşî ya bi navê Ashfika Rahman. Ji bo ku bi rêya hunerê hêza jinan nîşan dide wê ev xelat wergirtiye. Xebatên hunerî yên Ashfika Rahman behsa rolên jinan ên di civakê de û serpêhatiyên jinên bêdeng ên dîrokî dikin.

Ashfika Rahman tenê ne hunermend e, her wiha ew parazvaniya mafê mirovan jî dike. Di hunera xwe de jî bêhtir bi bi hin hêlên dîrokî yên Hindistanê dadikeve û bi awayekî sosyopolîtîk li encamên ku derketine holê dikole. Ew bi metn, foto û peykeran vê yekê dike. Bi van huneran li travmayên kolektîf, başbûn û hevkariyê dikole û weke temayekê dinirxîne van tiştan. Gava vî tiştî dike bi dîrokê re jî têkiliyekê çêdike û wisa dinirxîne temayên xwe.

Ji bo xelat were dayîn li Kîevê merasîmek hate li dar xistin. Di merasîmê de xebatên Ashfika Rahman weke xebatên resen û wêrek hatin nirxandin. Juriya ku xelat dide nexasim jî balê bir ser mîtolojî, menewiyat û zayendiya civakî ku Ashfika di xebatên xwe de derxistine pêş. Ji ber van taybetmendiyên berhemên wê hat gotin ku xebatên wê ji sînorên welatê ku lê dijî wêdetir tiştan îfade dikin. Tevî xebatên Ashfika Rahman xebatên 21 hunermendên din jî di pêşangehekê de tên nîşandan û pêşangeh heta 19’ê Kanûna Paşîn a 2025’an vekirî ye.

Future Generation Art Prize ji hêla karsazê bi navê Victor Pinchuk ve ji bo ku piştevaniya hunermendên ciwan bike tê dayîn. Ew karsazekî Ukraynayî ye. Ev xelat ji du salan carekê tê dayîn û didin kesên temenê wan di bin 35 salî de. Ev xelat hunermendên ciwan bêhtir dide naskirin û bi vî awayî dikarin piştgiriyê bigirin. Hem di warê aborî û hem jî di warê hunerî de platformeke çê ye ji bo hunermendên ciwan.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.