Welatiyên gundên sînorê bajarokê Nalparêz ê ser bi navçeya Pêncwîn ê Silêmaniyê, ji ber zêdebûna kuliyan a li ser bax û rezên wan bê çare mane. Ji ber nebûna tedbîran îsal ji salên din zêdetir kulî li nava baxan bariyane. Li aliyê din jî ji ber kêmaniya baranê îsal ziyaneke mezin gihaye berhemên çandiniyê.
Bi hatina Havînê û hişkbûna giya ya li çiyayan kulî berê xwe didin nava bax û rezên welatiyan, bi hatina kuliyan re jî ziyaneke mezin digihe bax û rezên welatiyan. Erkê aliyên peywendîdar e ku bi reşandina derman pêşî li belavbûna van kuliyan bigrin.
Şêniya gundê Herzele ya bajaroka Nalparêz Naske Elî diyarkir kuliyan ziyaneke mezin gihandiye bax û rezên wan.
Xelka heman gundî a bi navê Xawer Heme Nadir jî got, wan bi xwe hewil da baxên xwe derman bikin, lê bê sûd bû. Xawer diyarkir her bax yan jî rezek kulî didinê di nava şev û rojek de bi temamî wêran dikin û dixwin.
Li sinorê bajarokê Nalparêz 54 gund hene, li piraniya gundan mêro û kulî belavbûne û ziyanek mezin gihandine baxên çandiniyê.
ROJNEWS/SILÊMANÎ