Bi sedan salan şêwekaran wêneyê kulîlkan çêkirin û xweşikiya wan nîşanî xelkê dan. Nexasim jî bi wêneyên naturmort, wan gelek wêneyên kulîlkan çêkirin. Wênegirê Holandî Robert Peek jî di riya wan şêwekaran de diçe, lê ew ji dêvla firçeyê bi wênegira xwe fotografên xweşik yên kulîlkan digire. Lê bi şêwazeke cûda digire van fotografên xwe. Ji lewma jî dema meriv çav bi fotografên wî dikeve, çawa ku ew ne wêne bin lê bi destan hatibin xêzkirin. Wî ji bo van fotografên xwe yên kulîlkan av û hibr bi kar aniye û bi vî awayî wêneyên wan girtiye. Ji ber vê yeke fotografên wî weke tobloyên serdema Barokê tên xuyanê.
Mij û xumama li ser fotografên wî nehêniyekê ava dike û di fotografên wî de atmosfereke dramatîk xwe dide der. Ev teknîka ku bi kar aniye dike ku meriv li ser kulîlkan careke din bi hîsên cuda bifikire.
AMSTERDAM