Tabloya bi navê “Self-Portrait Dedicated to Leon Trotsky” yê şêwekara Meksîkayî Frîda Kahlo, têkiliya wê ya bi Lev Troçkî re eşkere dike. Ev tabloya Frîda Kahlo niha li “National Museum of Women in the Arts” ango li Washington DC tê nîşandan.
Lev Troçkî tevî Lenîn û Stalîn yek ji pêşengên Şoreşa Sovyetê bû. Gava ku Lev Troçkî sirgûnî Meksîkayê bû, şêwekarên Meksîkayî Dîego Rîvera û Frîda Kahlo pê re bûn alîkar. Lev Troçkî û hevjîna xwe çend salan li mala Rîvera û Kahlo ya li “Casa Azul” man.
Têkîliya di navbera Rîvera û Kahlo de pirr tevlîhev bû. Wan gelek caran dev ji hev berda û paşê dîsa hatin gel hev. Wexta ku Lev Troçkî li Meksîkayê dimîne, têkiliya wî û Frîda Kahlo jî xurt dibe û demekê ji hev hez dikin. Lê piştî çend salan Troçkî ji hêla ajanên Stalîn ve li Meksîkayê tê kuştin. Çend caran Frîda Kahlo jî hate dadgehkirin ji ber kuştina Lev Troçkî.
Derheqê Lev Troçkî, Dîego Rîvera û Frîda Kahlo de gelek tişt hatin gotin û nivîsandin. Kîjan ji van rast û kîjan ji wan derew in, baş neyê zanîn jî, ev tabloya Frîda Kahlo ya ku sala 1937’an hatiye çêkirin, nîşaneyeke xurt a têkiliya di navbera Frîda Kahlo û Lev Troçkî de ye. Nîşeya Frîda Kahlo ya “Ez vê tablo bi hezkirineke mezin diyariyê Lev Troçkî dikim, Frîda Kahlo, Saînt Angel Meksîka-7’ê Mijdara sala 1937’an” a ku li ser tabloyê nivîsandiye û di destê xwe de digire delîleke xurt a hezkirina wan e.
NAVENDA NÛÇEYAN