Hevserokê Komîteya Çand û Şûnwaran a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk ya kantona Reqayê got " Sempozyûma Firat û Reng ya duyem di xurtkirina çanda hevbeş, hezkirin û aştiyê de roleke mezin dilîze. Armanca wê, pêşxistina tevgera şêwekariyê ye." Sempozyûma Firat û Reng a 2’yan li Reqayê bi beşdariya 30 hunermendan ji deverên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome.
Têkildarî girîngiya sempozyûmê, hevserokê Komîteya Çand û Şûnwaran a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk ya kantona Reqayê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a kantona Reqayê Hesen Mistefa got: "Sempozyûm diyardeyeke hunerî ya şêwekariyê ya taybet bi Reqayê ye. Sempozyuma yekem jî li Reqayê sala buhirî li dar ket. Armanca lidarxistina sempozyûmê pêşxistina tevgera şêwekariyê bi rêya parvekirina tecrubeyên şêwekaran e."
Her wiha Mistefa got: "Cara yekê li Reqayê ew qas hunermend ji herêmên cuda yên kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên ba hev.” Mistefa hêvî kir ku sempozyûm bibe modelek ku li kantonên din li dar bikeve û wiha pê de çû: “Lidarxistina sempozyumên wiha, dê roleke mezin di pêşxistina hunera şêwekariyê de bilîze. Her wiha bi xebaten wiha ew ê çandeke civakî ava bibe ku ew ê jiyaneke hevbeş ya di nav aştiyê de bi xwe re bîne.”
ANHA/REQA