Bi hev re zora firewn dibin

Nûçeyên Dîaspora

Sêşem 23 Gulan 2023 - 01:18

REWŞAN DENIZ

 

Li derveyî Tirkiyeyê, ji bo dewra diduyan a hilbijartina serokkomariya Tirkiyeyê, hilbijêr li Ewrûpayê û deverên din diçin ser sindoqan. Dawiya hefteyê di nava du rojan milyonek û 154 hezar kesan dengê xwe da. Doh yanî duşemê, li gorî dawiya hefteyê, elaqeya hilbijêran hinekî kêm bû. Kesên ku dengê xwe dan, bang li yên mayî kirin, “Hûn jî raya xwe bidin”. 

 Li derveyî Tirkiyeyê, ji bo dewra diduyan a hilbijartina serokkomariyê dengdanê 20´ê Gulanê dest pê kir û wê sibe saet 22:00´yan bi dawî dibe. Yanî ji bo dengdanê îro û sibe man. 

 

Hejmaran sindoqan zêde kirin

Li Elmanyaya ku lê herî zêde hilbijêr hene, di tûra yekê de dengê Erdogan nêzî ji sedî 65´an bû. Muxalefet dixwaze di tûra diduyê de bike ku rêjeya dengên ji bo Kiliçdaroglu zêde bibin. Li Kolnê qederê 128 hezar hilbijêrên qeydkirî hene. Di dewra yekê de bêhtirî 65 hezar ji wan çûn ser sindoqan. Li bajêr xelk gelekî diçe ser sindoqan. Di vê dewra hilbijartinan de li ji ber vê yekê, li şûna 12 sindoqan, dawiya hefteyê 24 sindoq hatin danîn. Nava hefteyê jî 20 sindoq tên danîn. Li Kolnê du rojên destpêkê yên hilbijartinê bêhtirî 38 hezar kesan deng da.

 

Vî zalimî siberoja me xira kir

Mehmet Altintaş û malbata wî li Kolnê dengê xwe da. Malbat beriya bi 5 mehan penaberî Elmanyayê bûye. Ew niha li wargeha penaberan a Euskirchenê dimîne. Mehmet Altintaş dibêje, “Vî zalimî siberoja min û malbata min xira kir. Bi dosyayên KCK´ê doz li min û keça min vekirin. Li ber çavê vê desthilatê Kurd hemû terorîstên potansiyel in. Me jî di dewra yekê ya hilbijartinê de dengê xwe da Yeşil Solê. Di hilbijartina serokkomariyê de jî me dengê xwe da Kiliçdaroglu. Ti hêviya me ji Kılıçdaroglu nîne. Lê ji bo ku em van zaliman bikin der, em dengê xwe didin Kılıçdaroglu. Ez bang li gekê Kurdistanê hemûyî û nexasim gelê leheng ê Cizîra Botan dikim; ne ji bo Kiliçdaroglu, ji bo xwe biçin ser sindoqan.”

 

Em zora faşîzmê bibin

Şakîr Yetkîn jî penaberekî ciwan e. Ew bi pismamê xwe re hatiye dengê xwe bide. Yetkîn ji Mûşê ye. Ew dibêje, “Di dewra pêşî de min dengê xwe da Yeşil Solê. Di hilbijartina serokkomar de min dengê xwe da dijberiya Erdogan. Îro jî min dengê xwe da dijberiya Erdogan. Me baweriya xwe bi xwe û bi gelê xwe anî û deng da. Êdî ji sedî 50´ê gel bûye mîna Erdogan. Faşîzm êdî adetî bûye. Ev siyaseteke dewletê ye. Em dikarin zora wan bibin û vê siyasetê bişikînin. Helwêsta me zelal e.” 

 

Ji bo ku em zora Firewn bibin

Çetîn Yetkîn jî ji ber ku dengê xwe daye, kela canê wî rabûye. Ew dibêje, “Ji rika Erdogan, li ser banga Yeşil Solê min dengê xwe da Kiliçdaroglu. Heger îro Erdogan ev bêhtirî 20 salan e desthilat e, ev bi saya serê partiyên din ên muxalefetê ye. Erê rast e, Kılıçdaroglu ne Mûsa ye, lê em ê zora firewn bibin”. 

 

Ji bo guhertinê deng da

“Xalê Şekir” ê Kolnê, Hasan Atasever ê 84 salî li konsolosxaneya Kolnê dengê xwe da. Çawa em dîtin hat cem me û şekir da me. Gava em îşaret bi gopalê wî dikin, ew dibêje,  “Esas fermî ez sala 1940´î hatime dinê. Lê ev ne rojbûna min a bi rastî ye. Ez kaltir im. Min di dewra yekê de raya xwe da Yeşil Sol Partiyê û îro jî min raya xwe da Kılıçdaroglu. Li Tirkiyeyê sîstem êdî xitimiye. Me tenê ji bo guhertinê raya xwe da Kiliçdaroglu. Ev guhertin çênebe, ji xirabiya van her kes wê nesîbê xwe bigire.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.