Bi hev re faşîzmê hilweşînin

Nûçeyên Dîaspora

Pêncşem 4 Gulan 2023 - 09:53

DÎREN DÎCLE ERDEN / LONDON


Li Brîtanyayê di 4 rojên destpêkê yên dengdana ji bo hilbijartinên 14´ê Gulanê de 35 hezar kesî dengê xwe da. Koordînasyona Hilbijartinê ya Brîtanyayê ya Partiya Çep a Kesk ragihand ku rêjeya dengdanê kêm e û ji bo hilweşandina faşîzmê û rejîma yek şexsî, bang li gel kir da ku dengê xwe bide.

Li Brîtanyayê ji bo hilbijartinên 14'ê Gulanê li London, Manchester û bajarê Edînboûrgh ê Skoçyayê dengdan dewam dike. 
Dengdana li Brîtanyayê wê 7'ê Gulanê êvarê bi dawî bibe. Tevî ku li tevahiya welêt 127 hezar û 281 hilbijêrên qeydkirî hene, di nava 4 rojan de tenê 35 hezar kesî dengê xwe da. Dengê herî zêde jî li bajarê Londonê hate bikaranîn.

Koordînasyona Hilbijartinê ya Brîtanyayê careke din bang li gel kir da ku dengê xwe bide.

Ji Komeleya Çandê ya Karkeran a Koçber (Gîk-Der) Îbrahîm Avcil got, dengdan divê ne tenê weke mafekî demokratîk bê dîtin: "Dengdan ji bo me wezîfeyek e, berpiryariyek e. Ji bo hilweşandina dîktatoriya yek şexsî, ji bo bidawîkirina rejîma şeftiya faşîst, ji bo bidawîkirina sîstema derew û hîleyan, mîna li tevahiya cîhanê li Brîtanyayê jî divê gelê me biçe dengê xwe bide. Çend roj man û ji bo gelê me bibêje 'Em ê bi hev re biguherînin' em dixwazin ku li dora Partiya Çep a Kesk bicive û dengê xwe bide."

Berdevkê Navenda Civaka Kurd û Tirk (Day-Mer) Feyzûllah Cînpolat jî anî ziman ku rêjeya tevlîbûnê kêm e û got, "Yên ku heta niha dengê xwe nedane, yên ku ji rêveçûna li welêt nerazî ne, divê êdî gotina xwe bibêjin. Heger tê gotin ku divê tiştek bê kirin, ew roj îro ye. Heger îro dengê xwe nede Partiya Çepên Kesk û tevî ku mafê xwe yê dengdanê heye, lê dengê xwe bi kar neîne, hingî divê gilî û gazin neyê kirin. Ji bo me firsendeke dîrokî ye. Em dikarin rojekê navberê bidin karê xwe. Ev roj ji bo aramî û azadiya li welêt wê bibe gavek."

Ji dilxwazên Tifaqa Ked û Azadiyê hunermend Hazal Demîrel jî got, "Em li vir in, em li benda gelê xwe ne. Em hewl didin sindoqên dengdanê ewle bikin. Li vir her tişt di rê de ye. Hilbijêrên me bên wê baştir bibe. Vê hefteyê hewa gelekî xweş e û dibe ku hilbijêrên me çûne parkan. Lê belê bila ev hewa bedew me xera neke. Lewma divê em teqez dengê xwe bidin. Dengê me her tiştê me ye."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.