Bi gravûran li ‘heq’ dikolin

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 15 Sibat 2024 - 00:31

BAHARİN LEHİB / NÛJINHA / HERAT

Jinên Efxanistanê tevî zextên Talîbanê, israr dikin ku li gelek qadan beşdarî jiyana civakî bibin. Li Qaele Bakhtiarî ya yek ji cihên dîrokî ye, gelek dikanên ku hûn hunerên destan ên Efxanistanê bibînin hene. Piraniya dikanan jin birêve dibin. Hin jinan ji ber zextên Talîbanê ditirsin biaxivîn, jinên bi navê Mallika Sedat û Soraya Sedat têkildarî jiyana xwe ya xebatê axivîn.

Yek ji hostayên gravûrê Mallika Sedat, ev sê sal in di vê qadê de xebat dimeşîne. Mallika Sedat a bi Soraya Sedat re 21 zarokên keç di vê qadê de mezûn kir, niha atolyeyek ku perwerde didin xwendekarên keç ên ji ber Talîbanê nikarin biçin dibistan û zanîngeh jî, avakirin.

Gelek keç perwerde kirine

Mallika Sedat da zanîn dîroka dirêj a gravûra Nurîstanê heye û got: “Gravûr ji peyva ‘Heq’ ku tê wateya kolandinê hatiye afirandin. Em li Efxanistanê gelek kesên ku di sektora nexşan de li ser axşeb, kevir, metal û tiştên curbecur dixebitin, nas dikin. Ez û Soraya Sedat li Heratê yekemîn damezrînerên gravûrê ne. Me hejmarek zêde xwendekar perwerde kir. Niha li cihên cuda yên bajarê Heratê xebatên me çêdibin. Wekî bi milyonan zarokên keç ên Efxanî, ez jî ji ber rêveberiya Talîbanê nekarîm perwerdeya xwe bidomînim.”

Mallika Sedat da zanîn di serî de Ewrûpa ji welatên cuda gelek rojnamevan tên serdana wan û got: "Talîban gelek sûcên pêk tîne diveşêre her wiha ew destûr nadin ez û hevpîşeyên min ên din karên xwe bikin.”

Divê em rêyan bibînin û jêhatî bin

Mallika Sedat, ji bo jinên dev ji xebat û xwendinê berdidin peyama xwe ragihand û got; "Ez jî ev 2 sal in nikarim perwerdehiya xwe bidomînim, ez ji jinên din re jî her tim dibêjim rêyek bibînin û xwe perwerde bikin. Ji ber ku ti rewş heta dawiyê eynî namîne. Ev şert û merc neguher e, ez dikarim bi sala nû re bi şert û mercên nû dest bi jiyanê bikim. Divê em ji şert û mercên hîn baştir re amade bin û hewl bidin xwe jêhatîtir bikin. Di dawiyê de ewê cihekî ku hûn bikaribîn jêhatîyên xwe derbixin holê çêbibe.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.