Ji bo destekkirina çalakiya greva birçîbûnê ya li hepsên delweta Tirk li Berlînê çalakiya rûniştinê dewam dike. Li hepsan girtiyên siyasî bi daxwaza betalkirina tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan, greva birçîbûnê ya bêdem û bi dor ev 55 roj in ku dewam dikin. 

Çalakgerên koma duyem a çalakiya li paytexta Elmanyayê Berlînê, pêr çalakî ji koma yekê dewr girtibûn û wê heta înê nobetê dewam bikin. Doh tevî berfê û sermayê jî çalakgeran bi govendê bal bire ser çalakiya xwe.

WÊNE: DENÎZ BABÎR