- Li Binarê Qendîlê Newroza herî rengîn û peyamxurt a Başûrê Kurdistanê bi rê ve çû. Xelkê berê xwe da binarê Qendîlê da ku gerîla bibîne û Newrozê pîroz bike. Hevserokê Konseya Rêveber a KCK´ê Cemîl Bayik jî ji xelkê xwest bi ruhê Newrozê dawiyê li hevkariya PDK´ê ya bi dewleta Tirk re bîne.
Pîrozbahiya Newroza Qendîlê doh bi tevlîbûna hezaran kesî bi rê ve çû. Di pîrozbahiyê de peyama bi deng a Rêber Abdullah Ocalan, peyamên KCK, KJK û Tevgera Azadî hatin xwendin.
Pîrozbahiyê li Binarê Qendîlê bi rêzgirtina ji bo şehîdan destpê kir. Qada pîrozbahiya Newrozê bi wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, şehîd Diyar Xerîb, Mazlum Doxan, Viyan Soran, alên PKK’ê hat xemilandin.
Ji bo pîrozbahiya Newrozê ya li Qendîlê, ji çar parçeyên Kurdistanê, mirov çûn binarê Qendîlê. Saman Hesen ji Germiyanê çûye Qendîlê û dibêje; “Em ji bo pîrozbahiya Newrozê û dîtina gerîla hatine.”
Fatme Ehmed jî ji bo tevlî pîrozbahiyê bibe li Qendîlê ye û dibêje; "Em bi hatina Qendîlê gelek kêfxweş in. Em hertim dixwazim Newrozê li Qendîlê pîroz bikin."
Di bernameya çandî ya pîrozbahiyê de hunermend Peyam Rojhilatî, Semîre Karzan, Ferşad Emînî, Niyan Abdullah, Hozan Kawa, Luqman Selîm, Kerîmxan Surçî, Jîna Seqizî û Koma Çiyayê Şengalê hebûn.
Weke her sal, malbatên şehîdan îsal jî agirê Newrozê pêxist. Piştre jî li peyama bi deng a Rêber Abdullah Ocalan hat guhdarîkirin.
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik bi peyameke bi dîmen Newroza Qendîlê pîroz kir û banga xutkirina têkoşîn û yekîtiyê li gelê Kurd kir. Bayik got, divê gelê Kurd bi ruhê Newrozê li dijî dagirkerî û zexta dewleta Tirk rabe, dawî li hevkariya PDK’ê bîne.
Bayik got, "Serok Apo bi ruhê Newrozê partî ava kir û bi vî rûhî gelek destketiyên mezin hatin bidestxistin. Heger li Başûr statûyek heye, ev jî bi rola PKK’ê heye. Divê gelê Kurd rastiya Newrozê baş bizane. Newroz roja geşt û seyranê nîne, Newroz yekîtî û bipêşxistina berxwedanê ye.”
Bayîk bal bire hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re û got, “PDK li her beşî xizmeta dewleta Tirk dike. Me xwest PDK tevlî yekîtiya neteweyî bibe, lê mixabin kete xizmeta dewleta Tirk a dagirker û dijminên gelê Kurd. Divê gelê Kurd bi ruhê Newrozê li dijî dagirkerî û zexta dewleta Tirk rabe, dawî li hevkariya PDK’ê bîne."
Piştî peyama bi dîmen a Cemîl Bayik, peyama Komeleya Jinên Kurdistanê (KJK) hate xwendin. KJK´ê got, “Dem dema parastina jina azad û civaka azad e. Di Newroza serketin û berxwedaneke din de, vê carê jî li her derê agirê Newrozê geştir dibe. Newroza 50’î saliya têkoşîna azadiya gelan, ev Newroz, Newroza pûçkirina peymana Lozanê û têkbirina xeta xiyanet û faşîzmê ye. Em soz didin ku azadiya fizîkî ya Rêber Apo, bi hev re jiyana gelan û têkbirina peymana Lozanê bi pêşengiya jinan misoger bikin.”
NAVENDA NÛÇEYAN