Bi gaza jehrî şer ragihandin
Pêncşem 9 Adar 2023 - 02:13
Ji meha Mijdarê ya 2022’yan ve li Rojhilatû Kurdistanê û Îranê bi bombeyên gaza jehrî êrişê dibistanên jinên ciwan tên kirin. Li gor amaran heta niha nêzî 5 hezar xwendevanên jin jehrî bûne û rakirine nexweşxaneyan.
Pêr jî herî kêm êrişê 50 dibistanan hatin kirin û di encamê de bi sedan xwendevan rakirin nexweşxaneyê. Ji ber van êrişan heta niha 4 xwendevan jiyana xwe ji dest dane.
Li ser banga Encûmena Hawahengî ya Pîşeyî ya Mamostayên Îranê, li piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê yên wek; Sine, Seqiz, Merîwan, Tehran, Îsfehan, Kerec, Reşt, Lahican, Ahwaz, Babîl, Şîraz, Nûrabad, Memesenî, Aligudarz, Meşhed, Şîraz, Kaşmer, Kazerun, Celfa, Buşehr, Abdanan, Zencan û hin bajarên din gel li dijî êrişên bi gazên jehrî yên li ser dibistanên xwendekarên jin herikîn qadan.
Rejîm hem jehrî dike hem digire
Piştî berfirehbûna nerazîbûnên li dijî van êrişan, medya girêdayî rejîmê îdia kirin ku çend kesek ji ber van êrişan hatine binçavkirin ku ew kes tevlî xwepêşandanên demên dawî bûne.
Li aliyê din jî li ser banga bi dehan rêxistin û sendîkayan bi boneya 8’ê Adarê roja cîhanî ya jinan, li seranserî Îran û Rojhilatê Kurdistanê çalakî hatin lidarxistin.
Partiya Jiyana Azad a Kurdistan (PJAK) têkildarî êrişên bi gazên jehrî yên li ser dibistanên keçan ên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê got: “Tişta ku îro di jêr navê jehrîkirina xwendevanan de li seranserî Îranê rû dide, di rastiyê de tolhildana rejîmê ya ji civaka azadîxwaz e. Rejîma faşîst û dijî jinê dixwaze bi siyaseta ‘serkeftina bi tirsê’ tevayî civakê bêdeng bike û rê li pêş şoreşa herî bi rûmet ku ew jî şoreşa ‘Jin, jiyan, azadî’ ye bigre.”
Di dewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku êrişkirina li ser xwendevanên jin êrişeke li ser tevayî civak û malbatên xwendevana ye û got;“Ev êrişeke li dijî hemû kesên ku dixwazin şoreşa azadîxwazan a li seranserî Îranê pêşbixine ye.“
PJAK´ê piştgirî da çalakiyên mamosteyan
Di dawiyê de jî PJAK vê bangê dike; “Daxwaz ji hemû çîn û beşên civakê, malbat, çalakvanên sivîl bi taybetî jî mamosta û xwendevanan dikin rê nedin siyaseta jin kuştinê ya rejîmê bibe sedama astengiyê ya ji serhildana jin, jiyan, azadî ku bi pêşengiya jinan pêş dikeve. Weke PJAK em piştgiriyê didin nerazîbûnên mamostayan ên ji bo parastina rûmeta xwendekarên jin nîşan didin.”
NAVENDA NÛÇEYAN