Bi pêşengiya komîteya PJAK û KJAR’ê çalakiya piştgîriyê ya ji bo Gelên li Ehwazê li paytexta Swêdê Stockholmê pêk hat.
Çalakî li meydana Sergels Torget a li navenda bajarê Stockholmê pêk hat. Di çalakiyê de daxuyaniyên piştgîriyê ya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) û Civaka Jinên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) hatin xwendin. Wan got, “Em wek PJAK û KODAR´ê bi awayekî rasterast piştgiriya xwe ya ji bo serhildanên mafdar ên gelên li Ehwazê li dijî îranê dubare dikin û heta tekoşîna wan bigihîje armanca xwe û gelên li herêmê bigihîjin mafên xwe, em ê jî wek rêxistina gelê Kurd piştgîriya xwe ya ji bo gelên li Ehwazê dewam bikin. Her wiha em bang dikin li tevahiya sazî û rêxistinên navneteweyî û rêxistinên ji xwe re dibêjin, em ji bo mafê mirovan têdikoşin, hestiyar li wan dikin da ku bi erka xwe rabin. Em dîsa bang li raya giştî dikin da ku li dijî Îranê bêdeng nemîne. Heger îro li Ehwaz gel rabûye, sibe jî dibe ku li her devera Îranê serhildanên wisa pêş bikevin. Em wan kiryarên dijmirovî û bi kar anîna çekan ya li hemberî serhildêrên mafdar ên Ehwazê şermezar dikin.”
Di daxuyaniyê de wan bal bire ser bêdengiya li hember siyasetên rejîma Îranê û got, “Heger îro Îran bi awayekî hovane êrişî miletê heq dike, ev yek encama her tim bêdeng mayîna raya giştî ya navneteweyî ya li himber Îranê ye. Ji ber ku her carê, tenê ‘bi fikar in’ û ti mueyîde jî li ser Îran nayê ferzkirin.”
Çalakî bi dirûşmeyên “Bimre rejîma faşîst a Îranê” û “Bijî berxwedana heq a gelên Ehwazê” bidawî bû.
STOCKHOLM