Mihrîcana şanoyê ya “Arîn Bisk û Zilfên Aştiyê Ye” ya diyemîn îsal ji aliyê Tevgera Çand û Hûnerê Mezopotamya û Desteya Çandê ya herêma Firatê ve bi dirûşma “Li vir hêvî hene divê bên pêşkeşkirin” hat lidarxistin. Piştî ku gelek komên şanoyê lîstikên xwe derxistin ser dikê, mihrîcana 9 rojan, bi dawî bû.
Di roja 9’an a mihrîcanê de koma Afirînerên Hêviyê ya ji herêma Efrînê, şanoya bi navê "Biborin Mem û Zîn" derxistin ser dikê. Di şanoyê de pirsgirêk û nakokiyên di warê civakî, tebeqiyet û partîbûnê de hatin nîşandan.
Piştî şanoyê, şanoger, derhêner û hunermedên beşdarî mihrîcanê bûbûn, hemûyan li gel dayîka têkoşer Arîn Mîrkan berê xwe da goristana şehîd Dicle û Arîn Mîrkan bi bîr anîn.
Hêviya festîvala li Efrînê
Şanoger Zeyneb Mihemed, di lîstika Biborin Mem û Zîn de rola Zîn kir. Wê wiha behsa şanoya xwe kir: "Li gorî bernameya mihrîcanê, şanoya herî dawî ya me bû. Navê şanoya me "Biborin Mem û Zîn", me şêwazekî wisa bi kar anî ku şanoyek di hundir şanoyekê de bû. Du şanoger hene bi navên Nalîn û Salar, amedekariyên xwe dikin ku şanoyê derxin ser dikê lê derhêner dibêje, dewleta Sûriyê qedexekiriye, şano nabe were nîşandan ji ber ku mijar siyasî ye. Nalîn û Salar difikirin ku bi mijareke din dakevin û wiha şanoya bi navê "Mem û Zîn" hildibijêrin. Ev hemû bi sînevîzyonê tê nîşandan, em jî weke lîstikvan li ser dikê êdî şanoya ´Biborin Mem û Zîn´ dilîzin. Mem û Zîn jî, ne ew çîroka Kurdî ya navdar, me jî xwest em vê yekê nîşan bidin ku li şûna Bekoyê ku em nas dikin, niha pirsgirêk û nakokiyên di nav civakê û partiyên siyasî de nahêlin ku çareserî çêbe. Ev cara yekemîn e ku ez tevlî mihrîcanê dibim, gelek xweş û serketî jî derbas bû. Lê hêviyên me hene ku sala bê ev mihrîcan li bajarê min Efrînê were çêkirin."
Her herêm bi çanda xwe
Endama Tevgera Hîlala Zêrîn ya herêma Firatê, Necla Bozan jî got, "Di nava gelê Kurd de çanda şanoyê nehatiye rûniştandin, ev yek jî sedema xwe ji êriş û qirkirinên çandî ku em pê re rû bi rû man. Ji ber vê, lidarxistina mihrîcaneke di vê astê de, dê bi xwe re çanda hezkirina şanoyê jî ava bike. Ev 9 roj in, bê navber şanoyên cûr bi cûr hatin nîşandan, her herêmek bi çanda xwe beşdar bû. Ya balkêş jî di tevahiya şanoyan de rastiyên me yên niha hene û peyamên gelek giring û bi mane jî dihewînin.”
JÎNHA/KOBANÊ