Li bajarê Elmanyayê Essenê, şaxê bajêr ê komeleya YEKMAL´ê, bi festîvaleke zarokan, deriyê xwe li zarok û malbatên Kurd ên Essenî vekir.  

Komeleya Yekîtiya Malbatên ji Kurdistanê (YEKMAL), şaxa xwe ya Essenê bihara 2021´ê vekiribû. Navenda wê li Berlînê ye. Komele bi xebatên cûrbecûr, di çarçoveya perwerde, şêwirmendiya civakî û perwerdeya pirrzimanî de, ji bo malbat û zarokan di nav hewldanan de ye, doh li Westparka Essenê festîvaleke ji bo hevnasîn, şahiyeke bi muzîk û bernameyên lîstikê ji bo zarokan amade kir. Di festîvalê de gelek zarok û malbatên wan amade bûn. Kêfa xelkê taxê jî ji festîvalê re hat.  

Di festivalê de stranbêjên Kurd Mustafa Demir û Îbo ji bo zarokan rengekî xweş dane festivalê. Herweha amadekirina spielmobile ji aliyê komeleya Kinderschutzbundes, kargeha boyaxkirin û neqişandinê û xwendina pirtûkên zarokan yên bi Kurdî xebatên din bûn ji bo zarokan. Herweha maseyeke ji bo agahdarkirinê jî ji bo danasîna komeleyê û şêwirmendiya ji bo pirsên xelkê bajêr amade bû.     

Ji bo têkiliyê malbatên elaqedar dikarin têkiliyê bi şaxê YEKMAL´ê re bi navnîşana e-mailê ya li jêr deynin:

buro-essen@yekmal.de