• Hêzên rejîma Îranê li Rojhilatê Kurdistanê êrişên xwe yeksertir dikin û êşkenceyê jî eşkeretir dikin. Li Seqizê hêzên rejîmê Îsmaîl Dezwar bi êşkenceyê şehîd kir, li Ciwanro jî hêzên rejîmê ciwanê bi navê Ariyan Mirîdî şehîd kir. Rejîm zextê li malbatan dike da ku sedema şehîdbûna zarokên xwe veşêrin.

Dewleta Îranê li hemberî raperîna li Rojhilatê Kurdistanê, êdî êrişên bi komî, êrişên yekser û êşkenceyê weke sîlehên sereke bi kar tîne. Ji welatiyên Seqizê Îsmaîl Dezwar di xwepêşandanan de hatibû girtin û bi êşkenceyê hat kuştin. Li bajarê Selasê Babecanî jî Ariyan Mirîdî bi gulebarana yekser a hêzên rejîma Îranê ve hat şehîdkirin. 

Raperîna li bajarên Rojhilatê Kurdistanê li gelek navçe û bajarên berê li wan çalakî nebûbûn jî belav bû. Li bajarê Sine ji ber ku hin taxên weke Beharan di destê xwepêşanderan de ne, hêzên rejîmê bi sîlehan êrişî mal û dikanên xelkê kirin.  

Li navçeya Seqizê ya Ostanê Kordistanê, xwepêşanderê bi navê Îsmaîl Dezwar beriya bi 4 rojan ji aliyê hêzên rejîmê ve hatibû girtin. Ew di encama êşkenceya dijwar a hêzên rejîmê pêr şehîd bûye. 

Li gorî ku Rêxistina Mafê mirovan Hengawê doh ragihand, xelkê navçeyê daye zanîn ku pêr nêzî nîvê şevê, hêzên îstîxbarata rejîmê cenazeyê şehîd Îsmaîl Dezwar biriye   nexweşxaneya Şefa ya li Seqizê. 

Xebatkarekî ji nexweşxaneyê daye zanîn ku Îsmaîl Dezwar di encama êşkenceyeke giran de jiyana xwe ji dest daye. Derb jî li ser laşê wî hebûne û hestûyên wî jî şikestî bûne. Şikestina çena wî jî darîçav bûye. 

 

Îstîxbarata rejîmê zext li nexweşxaneyê kir 

Heman çavkaniya ku xwest navê wî neyê eşkerekirin wiha peyiviye: “Li odeya radyolojiyê, piştî civîneke kurt, rayedarên îstîxbarata pasdaran, li rayedarên nexweşxaneyê ferz kirin ku weke sedema mirinê qezaya trafîkê qeyd bikin. Berpisê nexweşxaneyê li bervê bi dijwarî rabû. Ev kes mirî naîn nexweşxaneyê, bi ti awayî nîşanên qezaya trafîkê nînin. Ez dikarim bi isehî bibêjim, ew bi êşkenceyê hatiye kuştin”.

 

Zilmê li malbata şehîdî dikin

Hengaw wekî din dide zanîn ku cenazeyê şehîdî hatiye revandin û bêyî destûra malbatê doh berê sibehê bi tîmên agirkuj re cenaze hatiye veşartin. 

Rayedarên dagirkeriya Îranê doh malbata şehîd Îsmaîl Dezwar vexwend û gef lê xwar da ku sedema mirina kurê xwe weke qezaya trafîkê eşkere bike. Hêzên Îranê jinbira şehîdî Zanyar Huseyinzadeh jî kirine nezaretê.

Îsmaîl Dezwar şemiya bihurî êvarê hatibû girtin li taxa Hemal Abad a Seqizê, û hêzên rejîmê ew gunehbar dikirin ku wî plan kiriye bi erebeya xwe pê li hêzên rejîmê yên pasdar bike. 

Di dema xwepêşandanên li bajarê Rojhilat Selasê Babecanî, xortekî 22 salî yê bi navê Ariyan Mirîdî yekşema bihurî êvarê bi gulebarana yekser a hêzên rejîmê hat şehîdkirin. 

Piştî ku Ariyan Mirîdî birîndar bûye, ew pêşî birine nexweşxaneya li navçeya Ciwanro û paşê jî birine Kirmaşanê. Ew doh berê sibehê li nexweşxaneyê şehîd dibe. 

Çavkaniyên agahdar ji ji Hengawê re gotine, gule li patik û sînga Ariyan Mirîdî ketine.  Ariyan Mirîdî’ li gundê lê ji dayik bûye, Qolqole hat veşartin.

Di heman êrişa hêzên rejîma Îranê de herî kêm 6 kesên din jî birîndar bûbûn.

 

Êriş birin ser mal û dikanan

Li gelek taxên Sineyê, xelkê bi barîkadan rê li ber destwerdana hêzên rejîmê û hêzên paramîlîter ên ser bi rejîmê. Li ser vê yekê li gelek deverên bajêr ên weke taxa Beharan, hêzên rejîmê bi guleyan êrişî mal û dikanên xelkê kirin. 

 

NAVENDA NÛÇEYAN