• Parlamenterê HDP´ê Togrul dibêje, dewleta Tirk bi israr dixwaze konteyneran li Bazarcixa Jor ava bike û Kurdên Elewî yên li Bazarcixa Jêr jî naxwazin biçin wê derê. Yanî li gorî wî, ev yek dê bike ku Kurdên Elewî xaka xwe biterikînin.

AZAD ALTAY - ABDURRAHMAN GOK / MA / MEREŞ 

Kurdên Elewî yên li Bazarcixe, ji ber îdîaya ku dê konbajar li herêma cihê AKP-MHP’iyan bê çlkirin, bi fikar in. Parlamenterê HDP’ê Mahmût Togrûl got, ji bo guhertina demografyaya herêmê, erdhej weke amûrekî tê bikaranîn. 

Erdhejên bi şida 7.7 û 7.6 ên navenda wan Bazarcixa Mereşê, li herêmeke mezin rê li ber mexdûriyetên mezin vekirin. Bi hezaran avahî hilweşiyan û yên mayîn jî xesareke mezin li wan bûye. Welatiyên ku avahiyên wan hilweşiyane yan jî xesar li wan bûye, di nava şert û mercên giran de dijîn. Şêniyên ku rojên ewilî yên erdhejê di bereqe û konan de diman, piştre çûn nava konên AFAD’ê yên li deverên cuda yên bajêr. Welatiyên ku naxwazin li konbajarên AFAD’ê bimînin, hîna di bin heman kon û bereqeyan de dimînin. Heta niha jî alîkariya konan negihiştiye gelek gundên bajar û navçeyên Mereşê.

Xelkê bajar û gundan ên ku em bi wan re peyivîn, mereq dikin bê ka dê heta kengî di konan de bimînin. Hewa gelekî sar e û gelek caran di bin sifirê de dibe 8 pile. Welatî balê dibin ser zehmetiyên jiyana li konbajaran û dibêjin, her çend ji bo demekê be jî dixwazin li konteyneran bên bicihkirin. 

Lê belê tê gotin, konteyner li jîngeha li hemberî Nexweşxaneya Dewletê ya Bazarcixê ku weke Bazarcixa Jor tê binavkirin, bên danîn. Li vê jîngehê bi pirranî alîgirên MHP û AKP’ê dimînin. Ev yek jî di nava Kurdên Elewî de rê li ber fikaran vedike. Kurdên Elewî balê dibin ser komkujiyên di demên berê de li dijî wan hatine kirin û dibêjin, heke bajarê konteyneran li Bazarcixa Jor were avakirin, ev yek dê li herêmê rê li ber pêleke mezin a koçberiyê veke. 
 
Ne dewleta Tirk ne jî AKP hebûn

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Dîlokê Mahmût Togrûl li herêmê hewl dide birînên mexdûrên erdhejê derman bike. Ew jî ketiye nava heman şik û gumanan. Parlamenter Togrûl, da zanîn ku ji roja destpêkê ve ew hatine bajar û bûne şahidê wêraniyeke mezin. Togrûl anî ziman ku hêza cemaweriyê di rojên ewilî yên erdhejê de xwe negihandibû gundên bajar û navçeyan: “Di 4 rojên ewilî de dewletê nekarî xwe bigihîne van devaran. Ne dewlet û ne jî AKP hebûn.”

Mahmût Togrûl destnîşan kir ku wan Navenda Koordînasyona Krîzê li gundê Hasankoca ava kiriye û wiha peyivî: “Cara ewilî, navenda me xwe gihand gundan. Di roja ewilî de pêdivî bi nan û avê hebû. Niha jî pêdivî bi kon û sobeyan heye. Di rojên pêş de jî dê hewcehî bi konteyneran hebe.”
 
Xelkê ditirsînin

Togrûl, anî ziman ku ji bo guherandina demografyaya herêmên Kurdên Elewî, erdhej weke firsendekê tê bikaranîn: “Dewletê her tim hewl da ku demografyaya herêmên Kurdên Elewî biguherîne. Ev plan, belavî demeke dirêj kiribûn. Deşta Narliyê li gel ku ji bo çandiniyê yek ji deverên herî berhemdar e, li kêleka wê fabrîkeyên du şirketên mezintirîn yên çîmentoyê yên Tirkiyeyê hatin çêkirin. Dibêjin, sergoya Mereşê dê birijînin vê derê. Her wiha niha hewl didin Herêma Pîşesaziya Organîze ya Mereşê li jêra gundê Çîgliyê çêkin ku ev dever jî ji bo çandiniyê yek ji deverên herî berhemdar e. Bûyerên Mereş û Bazarcixê li vê herêmê qewimîbûn. Hewl didin mirovan bitirsînin. Pêşniyaza me ew e ku welatî cihê xwe bernedin.” 

Berxan li nava guran bi cih dikin

Mahmût Togrûl di dawiyê de got, piştî erdhejê tê payîn ku bajarê konteyneran li Bazarcixa Jor were avakirin: “Ev yek dê rê li ber pêla koçberiyê veke. Dewlet bi israr dixwaze konteyneran li Bazarcixa Jor ava bike. Kurdên Elewî yên li Bazarcixa Jêr jî naxwazin biçin wê derê. Ev yek dê bike ku berê xwe bidin derveyî welat û xaka xwe biterikînin. Ji bo guherandina demografyaya herêmê, erdhejê weke amûrekî bi kar tînin. Li kîjan deverê daxwaza mirovan hebe, divê konteyner li wir bên danîn. Dikarin li Bazarcixa Jor bajarê konteyneran ava bikin, lê divê li Bazarcixa Jêr jî ava bikin. Lê ew xelkê teşwîq dikin da ku biçin derveyî welat. Hejmareke kêm a Kurdên Elewî mane. Erdhejê weke amûrekî bi kar neyînin ji bo xelk warê xwe biterikîne.”