Hunermenda bi navê Erika Lizee bi tabloyên xwe yên sê ber (3D) navdar e. Ew li Los Angeles dijî û li wir hunerê xwe nîşanî xelkê dide. Wê herî dawî li Muzeya Mesa ya Hunerên Nûjen çend tabloyên sê ber çêkirin. Enstalasyonên wê fantastîk in û çawa ku dîmen li ser dîwar daleqandî mabin têne xuyanê. Erika Lizee îlhama hunerê xwe ji hejmaran distîne, her wiha têkiliyên di navbera tiştan ên li ser rûyê dinyayê de jî bala wê dikşînin û ev têkiliyên tevlîhev jî dibin çavkaniya hunerê wê yê sê ber.

Erika Lizee herî dawî enstalasyoneke bi navê “Seed of Life” (Tovê jiyanê) çêkiriye. Nexasim rengê şîn yê enstalasyonê wê yê nû pirr bala xelkê dibe ser xwe. Bîner dikarin bi gelek awayan enstalasyona wê şirove bikin, ji ber ku ew bi her awayî ji şiroveyan re vekiriye. Erika Lizee got; “Ez dîwarên galeriye di navbera me û dinyaya xeyalî de weke sivderekê dibînim. Her wiha bi riya îllûzyonê jî dikim ku bîner hin tiştan meraq bikin û hestên ku nayên pênasekirin bi wan re ava dikim.”

Erika Lizee ji sala 2016’an heya îro bi hejmar û geometriyê ve mijûl e. Bingeha resmên ku heta niha çêkirine jî piranî hejmar û babetên geometriyê ne. Wê ji bo vê lêhûrbûna xwe ya li ser hejmar û geometriyê jî got; “Her hejmarek bi serê xwe reseniyek e û girîng e. Mirov dikare di matematik, mîtolojî, ol û gelek tiştên din de ev resenî bibîne. Her wiha di hin  serdem û çandên gelen de jî mirov dikare tesîra hejmaran bibîne. Ji bo me gelekan jî girîng e ku em xwe ji tiştên dinyewî ango cismanî xelas bikin, ji xeynî van tiştan tiştên nû tecrube bikin û ji tiştên heyî wêdetir li pîroziya gerdûn û hebûnê bifikirin.” 

LOS ANGELES