Gwan Suliman (mihtemel e ku xwendina navê wî, Ciwan Silêman be) li dibistana Janusz-Korczak-Gesamtschule ya li bajarê Elmanyayê Bottropê, îsal qismê amadehiyê qedand; lê wî bi nota bêqisûr “1.0” dibistan qedand. Gava Gwan beriya bi 7 salan ji Rojava penaber dibe û berê xwe dide Elmanyayê bi lefzeke tenê Elmanî jî nizane. Lê ew nexasim jî di warê siyasî de têra xwe çalak e. Ji ber wê jî Weqfa Start a ku destekê dide ciwanên di warê siyasî çalak in, bursê dide wî jî.
Gwan Suliman ê îro 20 salî, di heman demê de tevî Golian Ezdîn Berhîm li dibistana xwe hevberdevkên xwendekar û şagirtan bûn.
Gwan Suliman bi zimanên Kurdî, Erebî, Elmanî, Ingilîzî û Tirkî dizane.
Gwan Suliman wekî din di nava Partiya Sosyal Demokrat a Elman SPD´ê de siyasetê jî dike û sala 2020´an ew bûbû berdevkê duyem ê meclîsa ciwanan a li bajarê Bottropê. Ew sala 2022´yan jî bû serokê rêxistina ciwanan a SPD´ê JUSOS´ê li bajarê Bottropê.
Bi her halî, Gwan Suliman nîşan dide ku angajmana civakî û siyasî li ber serketîbûna li dibistanê de ne asteng in, lê bêhtir rê li ber ciwanan vedikin.
NAVENDA NÛÇEYAN