- Koordînasyona hilbijartinê ya Partiya Çep li Ewrûpayê dibêje, hejmara kesên dengê xwe didin kêm e û bang kir da ku bi ruhê seferberiyê her kes dengê xwe bide.
M. ZAHÎT EKÎNCÎ / DÎREN DÎCLE EREN/HAMBURG/LONDON
Li derveyî Tirkiyeyê û li deriyên sînor, kesên li derveyî Tirkiyeyê hilbijêr in, ji 27´ê Nîsanê ve dengê xwe didin. Lê li gorî agahiyên ji Koordînasyona Hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk (Yeşil Sol Parti) birina ser sindoqan a hilbijêran li welatên weke Elmanya, Awusturya, Holanda, Danîmarka û Belçîkayê ne xurt e. Li hemberî wê, xebata birina ser sindoqan li Fransa, Ingilistan û Swîsreyê baştir tê meşandin.
Koordinasyonê da zanîn ku li Elmanyayê nîvî dengên li derveyî Tirkiyeyê hene û ji ber vê, Tirkiye gelekî muhim e: “Ev hilbijartin çarenûsê diyar dike. Tevahiya xebatkaran, divê bi vê bîreweriyê seferber bibin. Ji niha û pê ve divê tenê karekî me hebe, ew jî divê hilbijartin be. Em karên xwe yên din dikarin bihêlin ji piştî hilbijartinê re. Divê em hilbijêrekî ku em negihiştinê, me ew nebiriye ser sindoqan nehêlin. Di hilbijartinên beriya niha de jî me dîtibû, hilbijêrên ku man roja dawiyê gelekan nekarî dengê xwe bidin. Divê vê carê em nehêlin ev yek biqewime.”
Koordînasyonê da zanîn ku hejmara muşahidên li konsolosxaneyan têra xwe heye û wiha dewam kir: “Muşahid karê xwe dikin, di warê ewlehiyê de pirsgirêkeke cidî nîne. Dengên ji Ewrûpayê tesîrê wê li hejmara parlamenterên me bikin. Heger em neçin ser sindoqan û dengêî xwe nedin, hingê em dikin ku hejmara partiyên dijminê jinê yên weke AKP´ê zide bibe.”
Dengê xwe bidin xwe
Ji Kurdistaniyên li Hamburgê dengê xwe dayîn, Rênas Devrim ji kedkarên MIG-Zentrumê ye. Ew şofêrê otobusê ye û dibêje, “Hilbijartin wê pirsgirêkên me hemûyan çareser nekin, lê ji bo ku meydan ji faşîst û paşverûyan re nemîne, muhim in. Serketina Yeşil Sol Partiyê, serketina tevahiya kedkar û mirovên alîgirê sosyalîzmê ye jî.” .
Ji bo demokrasiyê Yeşil Sol Parti
Ji hevserokên berê yên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Hamburgê Şadiye Kuçuk a 55 salî ya ji Dêrsimê jî bang li xelkê dike, “Ji bo heq û heqîqetê dengê xwe bidin.’’ Ji bo maneya dengên ji Partiya Çep a Kesk re jî ew dibêje, “Her dengê ku mirov bide Yeşil Sol Partiyê wê desteka ji bo têkoşîna demokrasiyê û serketina wê be. Divê her kes dengê xwe bide û mirovên li dora xwe organîze bike da ku dengê xwe bidin.”
Li Ingilîstan û Skoçyayê dengdan
Li Ingilîstan û Skoçyayê, li bajarên London, Manchester, Leicester û Edinbourghê heta 7´ê Gulanê deng wê bên dayîn. Hejmara hilbijêran li vir 127 bin 281 e. Heta niha 17 hezar kesan deng daye. Di hilbijartina di 2018´an de HDP li vir bûbû hêza herî xurt. Heta niha rêjeya çûna ser sindoqan kêm e.
Koordînasyona Hilbijartinê ya Brîtanyayê ji 14 deverên cihê yên Londonê vê dawiya hefteyê hilbijêr bi otobus û mînîbusan birin ser sindoqan.
Şaredarê berê yê Haringeyê Ali Gul Ozbek bang li xelkê kir da ku her kes bêyî kiu dereng bimîne, biçe dengê xwe bide: “Her kesê dildarê demokrasî, azadî û Yeşil Sol Partiyê divê biçe ser sindoqan û dengê xwe bide. Dengek dikare gelek tiştan bike. Dikare deriyê zindanan veke. Em dereng nemînin, di cih de herin û raya xwe bidin. Bi rayeke xwe em dawiyê li desthilata zilmê bînin.”
Li dijî faşîzmê dengê xwe bidin
Semîha Kaçmaz a 70 salî ji Elbistanê ye. Wê dengê we daye Yeşil Sol Partiyê. Ew dibêje, “Cudatiyeke vê hilbijartinê heye. Kela canê me gelekî rabûye. 15´ê Gulanê beybûn wê vedin, zarok wê bi kêf bilîzin. 15´ê Gulanê wê roj li me hilê.”
Candan Kaya ya ji Dêrsimê jî dibêje, “Em ê dengê xwe bidin û dîktatoriyê hilweşînin. Bila miletê me bê ser sindoqan û dengê xwe li dijî faşîzmê bide.”