Bi ‘Dek û Dolabên Scapen’ li ser dikê ne

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 21 Îlon 2022 - 21:03

  • “Lîstika me digihîje gelek aliyan û di heman demê de ji ber xebatên me Kurdî ne gelek qad ji bo me hatine qedexekirin.”

Xelkê amadeêî gelekî hez ji lîstika “Dek û Dolabên Scapen” a li Şanoya Bajar a Amedê kir. Ji lîstîkvanan Nurşen Adiguzel got, “Lîstika me digihîje gelek aliyan û di heman demê de ji ber xebatên me Kurdî ne gelek qad ji bo me hatine qedexekirin.”

Li Şanoya Bajar a Amedê lîstika bi navê Dek û Dolabên Scapen di 17’ê Îlonê de hat lîstin û wê heta 23’yê Îlonê bidome. Ev lîstik ji ji klasîkên Moliere ye û sala 1671’ê hatiye nivîsîn. Tê de du jê jin, 8 kes rol dikin.

Derhêneriya lîstikê Ozcan Ateş dike û alîkariya derhêneriyê jî Şîlan Alagoz dike. Lîstik komedî ye û ji sê perdeyan pêk tê.

Ji lîstikvanên Dek û Dolabên Scapen, Nurşen Adiguzel got, “Em ji bo lîstikên xwe dertên turneyan lê ji ber zimanê me Kurdî ye gelek cihî li me qedexe dikin. Piştre jî rewşeke lîstikên hatine qedexekirin, tê qebûlkirin, heye. Ev jî komîk e. Ev ji bo me ne astengî ne. Belê qedexe dikin û destûrê nadin, lê em karê xwe bikin. Dîsa em xebata xwe didomînin. Li kolanan û salonan xebatên me didomin.”
 
‘Ti carî me bi tenê nehiştin’ 

Nûrşen Adiguzelê got, gel ji wan hez dike: “Salonên me bi saya wan bi coş tije dibin. Em ji ber elaqeya gel gelekî kêfxweş in. Ev elaqe, enerjiya me du caran zêde dike. Em dixwazin ku gelê me di vê mijarê de her tim piştgiriyê bide me. Jixwe, ti carî em tenê nehiştin.”

Derbarê ‘Dek û Dolabên Scapen’ de

Lîstika ‘Dek û Dolabên Scapen’ esas adaptasyoneke ji ber lîstika ‘Phormîon’ nivîskarê dramaya Yewnana kevin, Terentîus e. 

Qehremanê lîstikê Scapen hîlebaz e. Her tim bi bi derew, dek û dolaban di jiyana xwe de hewl dide bikeve pêşiya her kesî. Xwe pirr diecibîne, xwedî karekterekî bi kibr e. Scapen dibêje, qey tiştekî ku neke tine ye. Lê di heman demê de pirr konek e û li ser dîplomasiyê jî gelek jîr e. Kesên din ên di lîstikê de jî hema wisa wek kuklayekê li hember hev dide lîstin. Li aliyê din jî hedefa wî ya ku alîkariyê bide du kesên din heye. 

JINNEWS/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.