Bi dehan sivîl hatin qetilkirin
În 13 Kanûn 2024 - 02:35
- Di êrîşên du hefteyên dawî de li Rojavayê Kurdistanê bi dehan kes hatin kuştin ku zarok jî di nav de, bi hezaran kes mecbûrî koçberiyê hatin hiştin.
Di êrîşên dawî yên artêşa Tirk û çeteyên wê yên Artêşa Mîlî ya Sûriyeyê (SMO) de 52 sivîl hatin qetilkirin, herî kêm 28 sivîl birîndar bûn. Her wiha bi sed hezaran kes jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji cih û warê xwe bûn.
Li gorî bîlançoya êrîşên 15 rojan ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 52 mirov hatin qetilkirin, herî kêm 28 kes birîndar bûn. Hûrgulî bi vî rengî ye:
27'ê Mijdarê di bombardûmana li ser Minbicê de Mistefa Berekat ê 17 salî birîndar bû.
28'ê Mijdarê bi bombekirina gundê Xirnata yê kantona Efrîn-Şehbayê re ku bi çekên giran hate kirin koçberê ji Efrînê Delîl Fewazî Îbro yê 28 salî birîndar bû.
30'ê Mijdarê li Efrînê Ciwan Mihemed Elî yê 26 salî birîndar bû.
30'ê Mijdarê Gundê Mezin ê bajarokê Şêrawa yê Kantona Efrîn-Şehbayê hate bombekirin. Di encamê de zarokek birîndar bû.
1'ê Kanûnê bejahiya Helebê hate bombekirin. Di encama bombardûmanê de 2 jê zarok 4 kes birîndar bûn. Navê birîndaran bi vî rengî ye: Xidir Mihelî (2), Zeyneb Murad (3), Mihelî Mihelî (44), Kênco Remo (41).
Heman rojê li ser rêya Qamişlo-Hesekê bi SÎHA bombe li wesayitekê hate barandin. Ezîz Şêxo yê 20 salî şehîd bû.
2'ê Kanûnê malbateke Kurd a ji Şehbayê diçû Helebê wesayita wan hate bombekirin. Di encama êrîşê de Cemal Mursil û kurê wî yê 25 salî Hesen şehîd bûn, hevjîn û keça Cemal jî bi giranî birîndar bûn.
2'ê Kanûnê Ehmed Hiso û hevjîna wî dema ji Til Rifetê diçûn Efrînê bûn hedefa êrîşê. Ehmed Hiso şehîd bû, hevjîna wî bi giranî birîndar bû. Aqûbeta jin a birîndar nayê zanîn.
4'ê Kanûnê li bajarê Dêrikê cihê şuştina wesayitan a bi navê 'Ararat' bi SÎHA hate bombekirin. Di encamê de Enes Mihemed û Ebdullah Ehmed şehîd bûn, 2 kes jî birîndar bûn.
5'ê Kanûnê li rojavayê Minbicê êrîşên bi hawanan li ser gundên Til Torîn û Faratê hate kirin. Di encamê de Nedîma El Hisên El Hemûd a 45 salî şehîd bû, Seîda El Ferec a 45 salî jî bi giranî birîndar bû.
5'ê Kanûnê di êrîşa li ser gundê Ereb Hesen ê li bakurê Minbicê de Sara Hac Hisên a 30 salî birîndar bû. Di êrîşa li ser gundê El Bû Zaxê de Zehra Elî El Ceban a 23 salî û birayê wê Ehmed şehîd bûn.
7'ê Kanûnê gundê Cib Mexzom ê kantona Minbicê hate bombekirin. Di êrîşê de Fatma El Mihemed a 23 salî û Ceblet El Hemra yê 48 salî birîndar bûn.
9'ê Kanûnê li rojavayê bajarê Eyn Îsayê di êrîşa bi SÎHA de ya li ser gundê El Mustarehayê piraniya wan jin û zarok 12 sivîl hatin qetilkirin. Navê kesên hatin qetilkirin bi vî rengî ye: Îbrahîm El Îdo, Ruqeya Mihemed, Kewser El Îdo, Loma El Îdo, Ebdulqadir El Îdo, Mihemed Mistefa El Îdo, Tirkiye El Îdo, Fewziya El Îdo, Neda Mistefa El Îdo, Fitêm Hebeş El Îdo, Îsmaîl Mehmûd El Îdo, Zemenzem Mistefa El Îdo.
9'ê Kanûnê di êrîşa SÎHA ya li ser gundê Xerafan ê Minbicê de 10 sivîl hatin qetilkirin.
9'ê Kanûnê gundên Mihermela û Hermel ên Zirganê bi SÎHA hatin bombekirin. Kesek şehîd bû, 2 kes jî birîndar bûn.
9'ê Kanûnê li qadeke navbera Şora Rojava û Şora Rojhilat ên li ser rêya Zirgan-Dirbêsiyê bombe li wesayiteke sivîl hate barandin. Di encamê de 3 sivîl birîndar bûn. Gundê Kon Eftar ê li başûrrojavayê Kobanê bi çekên giran hate bombekirin, di encamê de 2 zarok hatin qetilkirin.
10'ê Kanûnê li nêzî Xaçerêya Aşxane ya Minbicê çeteyên SMO'yê ketin nava nexweşxaneyê ku sivîlên birîndar lê dihatin dermankirin û 2 birîndar bi hovane qetil kirin.
10'ê Kanûnê di encama êrîşa li ser gundê Ceida Mezin a li başûrrojavayê Kobanê de yek jê zarok 2 kes şehîd bûn. Navê şehîdan bi vî rengî ye: Mehmûd Şêx Elî (12) û Ebdullah Mehmûd Şêx Elî (25). Navê birîndaran jî bi vî rengî ye: Omer Mehmûd Şêx Elî (10) û Mehmûd Mehmûd Şêx Elî (8).
10'ê Kanûnê li rojavayê Eyn Îsayê di bombardûmana li ser gundê Sefiya de Xelîl Silêman, Wedah Silêman, Mihemed El Abo, Ebdulkerîm El Abo, Delal Silêman, Nadiya Silêman, Casim Silêman û zarokê bi navê Husam Silêman bi giştî 8 kes hatin qetilkirin.
10'ê Kanûnê di êrîşa li ser Kantona Minbicê de endama Civaka Jinan a Zenûbiyayê Kamar El Soud, Ayşe Abdulkadir û Îman şehîd bûn.
11'ê Kanûnê li ser rêya Bendava Sirîn-Tişrînê bombe li ambûlansê hate barandin ku birîndar dibir Kobanê. Ajokarê ambûlansê û birîndarek şehîd bûn, birîndarek û hemşîr jî bi giranî birîndar bûn.
Di êrîşa li ser gundê Til Cuma yê Til Temirê de kesek birîndar bû.
Li ser rêya Qereqozaqê bombe li wesayitekê hate barandin ku 11 kes tê de bûn. Zahide Kusi ya 60 salî hate qetilkirin, Ciwan Berkel ê 8 salî birîndar bû.
ANF/QAMIŞLO