Bi dehan çete hatin kuştin

Pêncşem 7 Îlon 2023 - 00:08

Li gorî agahiyên nûçegihanên ANHA’yê ji herêmê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê êrişeke çeteyên dewleta Tirk a dagirker li dijî gundên Biwêhic û Boxaz ên rojavayê Minbicê têk bir.

Li gorî çavkaniyekî leşkerî, di bersivdayîna şervanan de bi dehan çete hatine kuştin.

Çeteyên HTŞ (El Qaîde) li Minbicê bi cih dibin

Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi daxuyaniyekê ragihand ku dewleta Tirk  a dagirker piştî ku gundên rojava û bakurê Minbicê ji niştecihên wê vala kirin, çeteyên Heyet Tehrîr El Şam (Cebhet El Nusra ya di lîsteya terorê ya cîhanê de) lê bi cih kirin. Li gorî daxuyaniyê, çeteyên Heyet Tehrîr El Şam li derdora bajarê Minbicê, hejmareke gundên bakur û rojavayê bajêr, bi taybetî gundên Yaşlî û Şêx Nasir (19 kîlmetreyan dikevin bakurê rojavayê Minbicê) bi cih bûne.

Di daxuyaniyê de hate gotin, çeteyan li gundên navborî çekên giran bi cih kirine û gund ji niştecihên wê vala kirine.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê di daxuyaniyê de ragihand ev tevgera Heyet Tehrîr El Şam bi koordîneya hêzên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê pêk hatin, nemaze piştî ku hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê tevahî êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li ser gundewarên Minbicê têk birin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku deverên çeteyên Heyet Tehrîr El Şamê lê hatine bicihkirin, ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin.

Herwiha hate ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker gundên navçeya Eyn Îsayê bi çekên giran topbaran kirin. Artêşa Tirk a dagirker gundên Sêgîro, Hiwêca, Sefawiyê û Cehbet ên rojava û rojhilatê Eyn Îsayê bi çekên giran topbaran kir. Derbarê topbarana artêşa tirk a dagirker de agahiyên zêdetir nehatin bidestxistin.

Nekevin xefika pîlanên dijmin

Şêx û rûspiyên êşîrên gundewarên başûrê Reqaya, endamên saziyên sivîl û meclîsên gel ên başûrê bajêr, li pêş Meclîsa Giştî ya bajarokê Retle kombûn û daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de hate gotin, li ser navê şêx, rûspî û xelkê xeta başûrê Reqayê, li kêleka QSD’ê ku ji bo pêkanîna ewlehî û îstîqrarê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran şehîd dane, disekinin û piştgiriyê didin Rêveberiya Xweser û xelkê herêmê.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku şêx û rûspiyên herêmê di geşkirina ewlehî, şerê li dijî şaneyên wêranker ên girêdayî rejîma Tirkiye, Îran û Sûriyeyê ku hewl didin derbe li projeya Rêveberiya Xweser û ewlehiya herêmê bixin de li kêlek QSD′ê ne. Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin divê xelkê Dêrazorê bi hemû eşîrên xwe nekevin xefka pîlanên dikevin xizmeta dijminên projeya Rêveberiya Xweser, bi rejîmên hewl didin yekitiya gelê herêmê bişikînin re nesekinin. Her wiha careke din piştgiriya xwe ji Operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ re nîşan didin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.