Bi deh hezaran herikîn meydanan

În 22 Adar 2024 - 00:20

Li 8 navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên Newrozê pêk hat. Li gundê Mamşûr ê Dêrikê, gundê Hilêq ê Dêrikê, gundê Dirêcîkê yê Tirbespiyê, gundê Hîmo yê Qamişloyê, gundê Çaxirbazar ê Amûdê, Sedxerbî (Bendava Rojava) ya li Hesekê, gundê Çolbistan ê Dirbêsiyê û Stadyuma Beledî ya li Reqayê pîrozbahiyên Newrozê pêk hatin. Pêkhateyên herêmê; Kurd, Ereb, Suryan, Ermen, Asur û Çerkes bi cilên xwe yên neteweyî herikîn meydanên Newrozê ku bi wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, alên TEV-DEM, QSD, YPG, YPJ û Meclisa Malbatên Şehîdan hatibûn xemilandin.

Nûnerên Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî beşdarî pîrozbahiyan bûn. Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Siwêd beşdarî Newroza Tirbespiyê, hevseroka MSD’ê Leyla Qereman beşdarî Newroza li Hesekê û hevseroka PYD’ê Asya Ebdullah jî beşdarî Newroza li Qamişloyê bûn. Pîrozbahiyan bi pêxistina agirê Newrozê ji aliyê dayikên şehîdan ve dest pê kir. Axaftin hatin kirin û çalakiyên çandî û hunerî hatin lidarxistin.

Pîrozbahiyên li Kobanê, Şehba û Helebê ji ber baranê û rewşa hewayî hatin paşxistin.

ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.