Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrişên artêşa Tirk a dagirker û çalakiyên gerîlayan de daxuyaniyek da û wiha got;’’Me di daxuyaniya xwe ya 29’ê Hezîranê de ragihandibû ku artêşa Tirk a dagirker 22’ê Hezîranê li Qadên Berxwedanê yên Şikefta Birîndaran, Kokerê, Saca û Karker tevgereke dagirkeriyê daye destpêkirin. Di 29’ê Hezîranê de dagirkeran eraziyê Qadên Berxwedanê yên Şikefta Birîndara û Karker dan ber agir û xwe vekişandin girên bilind. Ew şewat hîn jî dewam dike. Herwiha dagirker qadên berxwedanê yên li Rojhilatê Zapê bi balafirên şer bombe dike. Di heman demê de qada berxwedanê ya Şikefta Birîndara bi teqemeniyan tê bombekirin.

Li Herêma Rojavayê Zapê

1’ê Tîrmehê di saet 07.00 û 09.00’an de çeperên dagirkeran ên li Qada Berxwedanê ya Girê FM bi çekên giran hatin derb kirin.

3’û Tîrmehê saet 12.00’an de çeperên dagirkeran ên li Qada Berxwedanê ya Girê FM bi çekên giran hatin derbkirin.

Li herêma Xakurkê

1’ê Tîrmehê saet 19.10’an de dagirkerên li Girê Şehîd Şahan bi çekên giran hatin derb kirin. Ev çalakî ji aliyê tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê ve hate lidarxistin.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker

1 û 2’ê Tîrmehê qada Şehîd Delîl a rojavayê Zapê 10 caran, Gundê Bêşîlê û gundê Yekmalê yên Metîna 6 caran, qadên Xêrê û Neqeba Meyrokê yên Garê 2 caran, bi giştî 18 caran bi balafirên şer hatin bombekirin. 

1, 2 û 3’ê Tîrmehê qadên berxwedanê yên Girê Bihar, Girê Cûdî û Girê Amêdiyê yên herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê, Qada Berxwedanê ya Sîda, Qada Berxwedanê ya Girê Hekarî û Golka yên Metîna, qadên Girê Şehîd Heqî, Ava Lolanê, Girê Şehîd Kamûran ên Xakurkê, 241 caran bi obûs, tank û çekên giran hatin bombekirin.

1’ê Tîrmehê saet 23.30’an de li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tevgera dronan pêk hat. 

Artêşa Tirk a dagirker di 1, 2 û 3’ê Tîrmehê de êrişê çeperên me yên li Qada Berxwedanê ya Sîdayê kir û xwest tunelên şer bi kepçeyan hilweşîne.’’

BEHDÎNAN