Bi berxwedana xwe huner geş dikin

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 3 Adar 2025 - 00:57

Di çarçoveya çalakiyên ku foruma çalakiyên hevpar ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ku bi diruşmeya "Bi felsefeya Jin Jiyan Azadî em ê Sûriyeya demokratîk ava bikin" starta çalakiyên 8’ê Adarê hat dayîn, navenda Hîlala Zêrîn duh li kantona Reqayê pêşangeha wêneyan li dar xist.

Di vê pêşangehê de 7 wênexêzên jin ji kantonên Reqa û Tebqa beşdar bûn û 18 tabloyên hunerî ku berxwedan û têkoşîna jinan di Şoreşa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de nîşan dide, hatin pêşkêşkirin.

Rêvebera navenda Hîlala Zêrîn Mîdiya Sulêman qala amadekariyên xwe ji vê pêşengehê re kir û got: "Nêzî mehekê em amadekarî ji vê pêşengehê re dikin. Me hewl da bi riya wê rastiya jinan û berxwedana wan li bendava Tişrînê û pira Qereqozaqê nîşan bidin. Her wiha wêneya tekoşêr Kerem El-Hemad rêvebera Kombûna Jinan a Zenûbiya jî ku di berxwedana bendavê de jiyana xwe ji dest da, hate xêzkirin. Me bi riya wêneya wê hewl da wê bibîr bînin."

'Bi berxwedana jinan huner geş dibe'

Wênxêza ku beşdarî pêşengehê bûye Nahêd El-Hindî jî behsa tabloyên xwe kir û wiha axivî: "Ez bi sê tabloyên xwe beşdarî pêşangehê bûme. Bi riya tabloyên xwe min xwest têkoşîna jinan û berxwedana wê li dijî feraseta mêr xêz bikim. Her wiha min hewl da bi riya wêneyên xwe peyama destkeftiyên ku jinan di şoreşa rojava de bi destxistine jî ragihînim. Em weke wênexêzvanên jin hewl didin parastina hunera xwe bikin, ji ber ku bi berxwedana jinan huner geş û jîn dibe."  

NÛJINHA/REQA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.