Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku bi qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî ya ji aliyê polîsên Îranê ve destpêkirî, duh 141 roj li pey xwe hişt. Ji bo dawî anîna Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hêzên rejîma Îranê bi hemû rê û rêbazên herî tund êrişî xwepêşanderan, dike.

Li bajarê Îlam yê Rojhilatê Kurdistanê welatiyan li cihê qetilkirina Muhsîn Qeyserî ku yek ji xwepêşanderên hatibûn qetilkirine, gul danîn.

 

Li Rojhilat xelk li meydanan bû

Li hin taxên bajarê Sine ciwanan li ser cadeyan bi pêxistina agir û dirûşman nerazîbûna xwe ya li dijî rejima Îranê nîşandan.

Li bajarê Bane jî gelek mamostayan bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ji bo hempîşeyên xwe nîşan dan. Li Seqiz, Dîwandere, Merîwan û Sine ji ber daxwaza mafên xwe kiribûn, hevpîşeyên wan ji kar hatibûn dûrxistin.

Tevî berfa dijwar û baranê li bajarên Sine, Mehabad, Urmiye, Kirmaşan, Ciwanro, Seqiz çalakî bi govend, merş û dirûşmeyan dewam kir. Herwiha alên li saziyên fermî yên girêdayî rejîmê hatin daxistin.

 

Baregehên Besîcê hatin şewitandin

Car din li bajarên Îranê Ahvaz, Şîraz, Erdebîl, Tewrêz, Qûm, Meşhed, Kirman, Hûrmozgan, Rafsancan, Îsfahan, Sarî, Mazandaran û gelek bajarên din gel daketin qadan. Baregehên Besic dan ber agir, dirûşmeyên ‘Jin Jiyan Azadî’ hatin berz kirin. Li bajarên Îranê amûrên ku propagandaya rejîmê hatin şewitandin.

 

Banga alîkariya ji bo Xoyê hate kirin

Xemsariya rejîmê ya li beramberî mexdurên erdheja bajarê Xoy a Rojhilatê Kurdistanê jî yek ji mijarên din ên nerazîbûna ye.

Divê çarçoveyê de hinek girtiyên siyasî li girtîgeha Evîn ya Tehranê xemsariya rejimê ya li beramberî mexdurên erhejê şermezarkirin û bang alikariya bi mexduran re li gel kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN