Bi balefiran kolber qetil kirin

Sêşem 21 Îlon 2021 - 01:49

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker komek kolberên li ser sînorê Urmiye û Wanê bombebaran kirin. Di encamê de 2 kolberan canê xwe ji dest da, 2 kolber birîndar bûn û 8 jî hatine girtin.

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker li ser sînorê Urmiye ya li Rojhilatê Kurdistan û Wan a li Bakurê Kurdistanê, komek kolber bombebaran kir.

Li gorî agahiyên ji herêmê, balafiran koma kolberan li gundê Kuranî yê ser bi herêma Soma ya Biradost a li parêzgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê, bombebaran kiriye.

Çavkaniyên ji herêmê ji Rojnewsê re ragihandin ku di encama bombebaranê de 2 kolberan canê xwe ji dest daye û 2 jî birîndar bûne.

Heman çavkaniyan da zanîn ku 8 kolberên din jî ji aliyê leşkerên artêşa Tirk a dagirker ên li ser sînor ve hatine girtin. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.