Ji bo protestokirina tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û xemsariya beramberî vê tecrîdê, 12´ê Sibata bihurî, Halîl Şen li ber Parlamena Eyaletê ya Sachsenê, li Dresdenê bedena xwe dabû ber agir û şehîd bû. Cenazeyê wî doh bi merasîmeke li Dresdenê ber bi welatê wî Kurdistanê ve hat birêkirin. Bi sedan Kurdistanî, piştgirên miletê Kurd û parlamenterê eyaletê yê Partiya Çep Mîrko Schulze jî beşdarî merasîmê bûn.

Merasîm li kolana ku komeleya Kurdan lê, pêk hat. Pêşî endamê Desteya Rêveber a FEDKOM´ê Kerem Gok peyivî, wî gotinên Ocalan ên li ser şehîdan bi bîr xistin, û doza dilsoziya bi bibîranîna Halîl Şen kir. Wî nameya Halîl Şen nivîsî jî xwend. 

Bila bibe deynê me

Li ser navê Heyva Sora Kurdistanê, Cengîz Toy jî got “Wî tecrîdkirina Serok Apo ti carî qebûl nekir. Jiyana wî her berxwedan bû. Ji bo bibîranîna wî divê em têkoşîna xwe xurt bikin. Ya ku wê dilê Heval Xelîl xweş bike, ew e ku  em piştgiriya hevbikin.”

Li ser navê FEDKURD´ê jî endamê desteya rêveber Menderes Canbek peyivî û got, “Heval Xelîl got, ew ê vê jiyana qirêj qebûl neke. Em ê Serok Apo azad bikin, Kurdistanê azad bikin. Em sozê didin te Heval Xelîl, têkoşîna te wê li erdê nemîne. Li ser rêya te, em ê heta serketinê bimeşin.”

Hevserokê KCDK-E´yê Yuksel Koç jî got, Halîl Şen ne tenê li dijî tecrîdê çalakiyek kir, wî di heman demê de rexneyek li miletê xwe jî kir: “Heval Xelîl rexne li me girt. Ji bo bibîranîna wî divê em têkoşînê xurttir bikin. Em soz didin Heval Xelîl û tevahiya şehîdên Kurdistanê: Em ê bi ser kevin û Kurdistanê azad bikin.”

Cenaze şandin Erûhê

Parlamenterê eyaletê yê Partiya Çep Mirko Schulze jî got, “Divê em têkoşîna wî bi hev re dewam bikin, ji ber ku pêdiviya me bi vê heye.”
Piştî merasîmê cenazeyê Halîl Şen bi gotina sloganên  “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” ber bi welatê wî Dihê ve hat oxirkirin. 

DRESDEN