• Dewleta Tirk avên çemên Bakurê Kurdistanê weke çekekê li dijî herêmên Rêveberiya Xweser bi kar tîne. Niha hêzên wê yên dagirker jî, heman siyasetê dewam dikin.

Dewleta Tirk avên çemên Bakurê Kurdistanê weke çekekê li dijî herêmên Rêveberiya Xweser bi kar tîne. Niha hêzên wê yên dagirker jî, heman siyasetê dewam dikin. Rêxistina civaka sivîl a Holandî ya bi navê “Pax” bi raporekê balê dibe ser meseleyê:

“Çeteyên Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê yên girêdayî Enqereyê, bendav li ser çemê Xabûrê ava kirine; çem di gelek gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re derbas dibe û piştre li parêzgera Dêrazorê tev li ava çemê Firatê dibe. Dewleta Tirk û çeteyên wê beşeke çemê Xabûrê ku di Serêkaniyê, Til Temir û Hesekê re derbas dibe, kontrol dikin.”

Raporê bi delîlên ji wêneyên satelîtan nîşan da ku dagirkera havînê li gel ziwabûna li herêmê, bendên ji axê li ser çem ava kirine.

Her wiha hat diyarkirin ku ev kiryar nîşan dide ku avê wek çekekê li dijî herêmê bi kar tînin.

Di raporê de her wiha hat destnîşankirin ku her sê bendavên hatine avakirin, bandorên neyînî û ziwabûna li herêmê zêde kirine: “Ji ber barîna kêm a baranê, germahî zêde bû. Ev tê wateya ku çandinî ji her demê bêhtir kêm bûye.”

Di wêneyên dio raporê de her sê bendav xuya dikin. Bendava yekemîn di 22`yê Gulana îsal de hatiye avakirin.

Li gorî raporê, ji ber van her sê bendavan bi hezaran malbat ji avê bêpar mane. Di raporê de ev kiryar wek binpêkirina qanûna mirovî ya navneteweyî hate binavkirin û hat gotin: “Çete bi armanca birçîkirina sivîlan û koçberkirina wan bi darê zorê ev yek pêk anîne, ev rêbazeke şer e.”

Rêxistinê bang li civata navneteweyî kir da ku ji dewleta Tirk bixwaze ava çemê Xabûrê bigihîne sivîlan hemûyan.

Di raporê de tê bibîrxistin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ava stasyona avê ya Elokê ya li gundewarê Serêkaniyê ji ser milyonek kesê li herêmê qut kiriye û stasyonê weke çekekê li dijî xelkê deverê bi kar tîne. 

NAVENDA NÛÇEYAN