Bi avahiyan jî qir dike
Çarşem 8 Hezîran 2022 - 22:18
- Çavkaniyan da zanîn ku rêxistineke Qeterê, avakirina sîteyeke mêtingehiyê li navçeya Şiyê ya kantona Efrînê ya dagirkirî, bi dawî kiriye, li kêleka wê jî rêxistineke Kiwêtê li heman navçeyê sîteyekê lê dike.
CÛDÎ SÎPAN / ANHA/ŞEHBA
Çavkaniyan da zanîn ku rêxistineke Qeterê, avakirina sîteyeke mêtingehiyê li navçeya Şiyê ya kantona Efrînê ya dagirkirî, bi dawî kiriye, li kêleka wê jî rêxistineke Kiwêtê li heman navçeyê sîteyekê lê dike.
Dewleta Tirk a dagirker bi desteka rêxistinên Ixwanî yên Qeterî û Kiwêtî, guhertina demografiyê li herêmên Sûriyê yên dagirkirî dewam dike, bi taybetî jî li Efrîna dagirkirî, da ku wê tev li xaka xwe bike. Yanî esas bi avakirina avahiyên mêhtingeriyê ew qirkirina Kurdan li Efrînê dewam dike.
Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan bi israr e ku milyonek penaberên Sûrî yên li Tirkiyê derxe û li herêmên dagirkirî yên bakurê Sûriyê bi cih bike. Yanî dixwaze qirkirina Kurdan bike tiştekî daimî.
Li ser mijarê çavkaniyan ji Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê re got komeleyeke Qeterî avakirina avahiyeke mêtingehiyê li navçeya Şiyê bi dawî kiriye û wê îro veke.
Heman çavkaniyan eşkere kir ku komeleya bi navê “Xêr El-Şam a Însanî" ya Kiwêtî bi desteka komeleya "Rihme El-Alemiye” ya Kiwêtî ji nêzî 2 mehan ve bi hevkariya çeteyên ‘Firqet Sultan Silêman Şah’ ku navçeya Şiyê dagir kiriye, sîteyeke nû bi navê gundê ‘Newaf El-Xêr’ ava dikin.
Li gorî çavkaniyan di sîteyê de nêzî 200 malî hene, tê payîn malbatên çeteyan ku beşdarî şerê li Lîbya û dewletên din ên cîhanê bûne, tê de bi cih bikin.