Înstîtuya Jackson a li bajarê DYE'yê Yale, çalakiya sêyem a bi sernavê ‘Kurd li Rojhilata Navîn’ bi rê ve bir. Di vê semînerê de Nûnera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Sînem Mihemed jî beşdar bû. Wekî din Nûnera Herêma Başûrê Kurdistanê ya DYE'yê Bayan Sami Ebdulreheman jî qiseker bû.
Li ser siberoja Kurdan li Sûriyê, Sînem Mihemed helwêsta hikûmeta Sûriyê ya wan li derve digire şermezar kir. Wê got, lidervehiştina Rêveberiya Xweser ji hevdîtinên li Cenevreyê û nexistina wê ya nav Komîteya Destûra Bingehîn wê bikin ku ev hewldan pûç bibin, ji ber ku bêyî ku Rêveberiya Xweser di nav de be ti çareseriya şerê li Sûrî ne mumkin e.
Wê îşaret bi êrişkariya dewleta Tirk jî kir û got, dewleta Tirk dagirkeriyê li Efrînê û li deverên din dewam dike, li van deran mafên mirovan binpê dike û bajarên Rojava bombe dike. Wê di dawiye de got, "Em amade ne diyalogê deynin bi dewleta Tirk re ji bo çareserkirina van pirsgirêkan hemûyan, lê ew dagirkeriyê dewam dike û bajarên li Sûrî bombe dike."
WASHINGTON