Beyanname gaveke rast e

În 5 Gulan 2023 - 14:46

EHMED SEMÎR / ANHA / QAMIŞLO

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 18′ê Nîsanê (2023) de beyannameya çareserkirina krîza Sûriyeyê a ji 9 xalan pêşkêş kir. Di xaleke beyannameyê de tê gotin;“Divê çareyeke demokratîk a ku tê de tevahiya beşên civakê beşdar bin û mafên wan ên rewa werin misogerkirin, pergaleke rêveberiya siyasî ya demokratîk û pirreng ya nenavendî pêk were.”

Hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Emîne Omer li ser mijarê got, “Piştî 12 salan ji êşên gelê Sûriyê û astengkirina pêvajoya siyasî, li gel guhertinên herêmî û navneteweyî her beyannameyeke vê demê, dibe ku ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê sûdeke mezin bide. Pêşwazîkirina beyannameyê erênî yan nerênî be, eşkerekirina wê di vê demê de gaveke rast e. Ji erkên asayî yên Rêveberiya Xweser e ku modekeke çareseriya nîştimanî pêşkêş bike.”

Têkildarî nêrîna xwe wan li hember beyannameya Rêveberiya Xweser jî Emîne Omer got, "Ev beyanname xwe disipêre prensîbên MSD’ê û nêrîna wê ya çareseriya siyasî ya krîza Sûriyeyê re."

Derî li penaberan vekirî ne

Emîne Omer bal bire ser daxuyaniya dawî ya Rêveberiya Xweser a di 30′yê Nîsanê de û got, “Mijara penaberan pirr girîng e. Rêveberiya Xweser ji destpêkê ve zêdetirî milyonek koçber li ser xaka xwe pêşwazî kirin û deriyên wê li penaber û koçberên Sûriyeyî re vekirî ne.”

Rêveberî şirîkê bingehîn e

Emîne Omer di dewama axaftina xwe de îşaret bi rola Rêveberiya Xweser di şerê li dijî terorê de kir û got, “Rêveberiya Xweser bi rêya vê beyannameyê piştrast dike ku ew ê têkoşîna li dijî terorê dewam bike û ji bo têkoşîna li dijî madeyên hişbir jî amade ye ku hevkariyê bike.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.