Bêxîretiyê bişkînin
Duşem 28 Mijdar 2022 - 19:26
Li parêzgeha Silêmaniyê çalakvanên sivîl li dijî bikaranîna çekên kîmyewî û dagirkeriya dewleta Tirk û êrişên rejîma Îranê daxwaznameyek da Ofîsa Parlamentoya Herêma Kurdistanê ya li Silêmaniyê. Piştre li ber avahiya Parlamentoyê daxuyanî da çapemeniyê.
Aktîvîsta sivîl Gerde Mawe Heme daxuyanî xwend û got, “Êdî bêdengiya xwe ya li beramberî êriş û dagirkeriya her du dewletan, yanî Tirkiye û Îranê, her wiha li beramberî şehîdxistina welatiyan û derbazkirina sînorên xaka me û dagirkeriya herêmeke berfireh a ku li gorî qanûnên navneteweyî sûc e, bişikênin. Ji ber bombebaran û topbaranên Îran û Tirkiyeyê gelek ziyanên mezin ên madî û canî li xelkê herêmê û gundên derdorê bûne, malên wan xirab bûne û penaber bûne.
Rê nedin reşkujiyên siyasî
Dewleta Tirk a dagirker li çiyayên Zap, Metîna û Avaşînê ser şoreşgerên Kurd çekên kîmyewî û fosforê bi kar tîne. Li nav bajaran endamên aliyên siyasî qetil dike. Her du hikûmetên Îran û Tirkiyeyê bi eşkere êrişî serweriya xaka Herêma Kurdistanê dikin. Em dibêjin, di demeke nêzîk de êrişên hewayî û bejahî wê dest pê bikin. Ev yek jî li ber çavê hikûmeta Iraqê, hikûmeta Herêma Kurdistanê û civaka navneteweyî tê kirin.”
Di dawiya daxuyaniyê de bang li Parlamentoya Herêma Kurdistanê hat kirin da ku zûzûka runiştineke taybet li ser êrişên hovane û nerewa yên dewleta Tirk û Îranê li dar bixe.
Herî dawî jî bang li hikûmeta Iraqê hat kirin da ku daxwaz ji konsolos û nunerên welatan bike ji bo ku rê li ber êrişan bigirin.
ROJNEWS/SILÊMANÎ