- Ciwan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nexasim jî li Rojava bi çalakiyên cihê destekê didin pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’. Li Qamişloyê bi dehan ciwanî dest bi greva birçîbûnê ya 9 rojan kir, li Hesekê jî konê piştgiriya Berxwedana Zindanan hat vedan.
Li Rojavayê Kurdistanê, li bajarên Qamişlo û Hesekê ciwanan konên çalakiyên "Dem dema azadiyê ye" vegirtin. Ciwanan pişta gireva birçîbûnê ya li 120 hepsên dewleta Tirk girt. Ji 27´ê Mijdarê ve bi hezaran girtiyên siyasî li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan, şert û mercên xirab ên li hepsan di greva birçîbûnê ya bêdem û bi dor de ne. Li Qamişloyê ciwanan di konê xwe yê çalakiyê de dest bi greva birçîbûnê kir. Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan jî li Hesekê konekî çalakiya piştgiriya grevên birçîbûnê vegirt.
Bi pêşengiya Tevgera Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger, bi dirûşma “Dem dema azadiyê ye, em ê teqez bi ser kevin” ji bo piştigiriya berxwedana zîndanan û bidawîkirina tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan, konê greva birçîbûnê hat vedan. Bi dehan ciwanan dest bi greva birçîbûnê kir.
Konê grevê li parka navenda Netewên Yekbûyî (NY) a li taxa Siyahî ya bajarê Qamişloyê hate vedan. Bi dehan ciwan tevlî çalakiya greva birçîbûn bûn û çalakî wê 9 rojan dewam bike.
Ji bo azadiya Rêber Apo
Di roja yekê ya çalakiyê de Meclîsa Malbatên Şehîdan û Partiya Sûriya Pêşerojê tevlî merasîma destpêkirina çalakiyê bûn.
Ji rêveberiya Tevgera Jinên Ciwan a Herêma Cizîrê, Medya Qamişlo armancên çalakiya xwe anî ziman û got, "Li tevahiya bajar û herêman, ciwanên şoreşger dest bi çalakiyên cur bi cur kirine. Me jî xwest em bibin beşek ji vê têkoşînê û piştgiriya berxwedana zindanan bikin. Ji bo ku em bigihîjin azadiya xwe pêwîst e em her tim di nava çalakiyan de bin. Ji bo azadiya Rêber Apo em ê têbikoşin."
Ciwan bi rola xwe radibin
Li Hesekê jî bi heman peyam û şîarê konê piştgiriya bi çalakiyên greva birçîbûnê re hat vegirtin. Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan pêşengiyê ji çalakiyê re dikin.
Konê çalakiyê li ber Dêra Aşûriyan ya taxa Til Hecer li Bajarê Hesekê hate vedan. Endam û rêveberên saziyên civaka sivîl çûn serdana konî û kon wê 7 rojan çalakgerên pişgiriya Berxwedana Zindanan bihewîne.
Di merasîma destpêkirina çalakiyê de ji rêveberiya Yekîtiya Jinên Ciwan, Avrîn Navdar axivî. Wê got, li ku derê berxwedan hebe, ew ê piştgiriya wê bikin: "Em weke Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan bi rola xwe ya têkoşîna li dijî faşîzimê radibin. Em ê berxwedana wan li Rojavayê Kurdistanê zindî bikin. Em ê bi israr û têkoşîna xwe berxwedanê veguherînin serketinê."