Berxwedana Rojhilat a me ye

Nûçeyên Jin

Şemî 1 Cotmeh 2022 - 01:27

Jinên Tevgera Çanda Hîlala Zêrîn piştgirî da xwepêşandanên jinan ên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê û got, “Ew berxwedana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê em wek berxwedana xwe dibînin.”

Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn têkildarî xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê yên piştî qetilkirina Jîna Amînî, daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de wan got, ew ê bi huner û berhemên xwe li dijî rejîma molayan a Îranê bisekinin.

Daxuyanî ji aliyê endama Hîlala Zêrîn Rêhev Zilfo ve li navenda Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn a li taxa Qenetsiwes a Qamişloyê hate xwendin.

 

Berxwedana Rojhilat hêzê dide jinan

Jinên hunermend got, “Li Îranê rejîma polêsê hîcabê, jina Kurd Jîna Amînî qetil kir. Di şexsê wê de rewşa ku tê de ye, careke din radixe ber çavan. Rejîma molayan a Îranê ji roja ku hatiye avakirin heta îro, li ser jinan siyaset û zexta xwe bêyî ku sînoran nas bike, dewam dike. Heta roja îro, jin beramberî rejîma Îranê li ber xwe didin. Jina Kurd a şoreşger Zeyneb Celaliyan berxwedana ku li dora wê bi pêş ketiye, îro bi jina Kurd Jîna Amînî tê dewamkirin. Ew berxwedan, hêzê dide gelan hemûyan.”

Jinên hunermend bal bire ser dirûşimeya Jin jiyan azadî jî û got, “Dirûşmeya `Jin jiyan azadî` deng vedide. Gelek dewlet, jinan ji ber porê wan vekiriye, nekujin jî bi polîtîka û sepandinên heyî qadên jinan ên azadiyê kêm dikin, bingehê tundiyê datînin û pêşiyê li qetlîamên li dijî jinan vedikin. Lê belê bi berxwedana bi pêşengiya birêz Abdullah Ocalan, hem ji bo artêşbûna jinan û hem di qada birêxistinbûna jinan de bûye bingehê moralê yê jinên cîhanê.”

 

Bi huner li dijî rejîma Îranê

Hunermendên jin nihêrînên ku jinan milk û namûs dibînin jî red kir û di dawiyê de got, “Em wek jinên hunermend ti nêrînên ku jinan wek milk û namûs dibînin, qebûl nakin. Em piştevahiya berxwedana li Îranê dikin û wê berxwedanê wek berxwedana xwe dibînin. Em raya giştî ya cîhanê agahdar dikin ku em ê bi hunerê xwe û berhemên xwe li dijî rejîma molayan a Îranê bisekinin. Bangawaziya me li hemû jinan ev e: her kes divê destekê bide vê berxwedanê û wek berxwedana xwe bibîne.”

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.